Li Amedê Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî

Atolye BIA wê li Amedê Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî pêk bîne. Bername wê bi kurdî be û rojekê dewam bike. Heta 7ê Çiriya Paşiyê, roja Duşemê hûn dikarin serî lê bidin.

Atolye BIA wê roja 13ê Kanûna Paşiyê, li Amedê Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî li dar bixe. Atolye BIA wê vê bernameyê bi tevkariya Botan Internationalê pêk bîne. Bername wê saet di 10.00ê de destpê bike û di 17.30an de biqede.

Rojnamegerên ku li JinNews, BBC, Sputnik, Botan International û bianetê kar dikin wê behsa tecrubeyên xwe bikin.

Rojnameger Hatice Kamer, Medya Üren, Sertaç Kayar, Murat Bayram û Ferid Demirel û parêzer Erselan Aktan wê dersan bidin.

Di Kargehê de wê ev ders werin dayîn:

o   Li bianet.org-ê nûçegîhaniya mafparêz a kurdî çawa tê kirin?

o   Divê zimanê nûçegîhaniya jinparêz a kurdî çawa be? Şaşî û rastiyên wê çi ne?

o   Foto-rojnamegeriya mafparêz divê çawa be?

o   Nûçeyên çavdêriyê divê çawa werin nivîsandin?

o   Nûçegîhaniya vîdeoyê çawa tê kirin?

o   Mafên qanûnî yên rojnamegeran çi ne?

Rojnamegerên li Amed û bajarên derdora wê yên di medyaya berbelav de kar dikin, yên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegerî, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên ku dixwazin vî karî bikin, dikarin serî lê bidin.

Serlêdan wê heta saet 12.00ê 7ê Çiriya Paşiyê, roja Duşemê werin qebûlkirin.

———-

Ev nivîs cara ewil di Bianetê de hatiye weşandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …