Divê demildest ji bo aştiyê diyalog bên kirin

PEN’a Tirkiye û PEN’a kurdî ya bi piştgiriya PEN’a navnetewî li Amedê “Aştî çawa û ji bo kê?” konferans li darxistin, danezana encamî ya konferansê li Eywana Resepsiyona Sumerparkê bi civîneke çapemeniyê daxuyandin. Serokê PEN’a Kurdî Şehmuz Sefer, Seroka PEN’a Tirkiyeyê Zeynep Oral, Alîgirê Serokê PEN’a Navnetewî ya Eûgene Schoûlgîn, Prof. Dr. Jean Pîerre Massîas û Prof. Dr. Jabbar Kadîr beşdarî civînê bûn.

Danezana encamî ya konferansê bi kurdî û tirkî hat amadekirin. Kurdiya wê ji aliyê Serokê PEN’a Kurdî Şêxmûs Sefer, tirkiya wê jî ji aliyê Seroka PEN’a Tirkiyeyê Zeynep Oral ve hat xwendin.

Danezana bi kurdî ya ji aliyê Serokê PEN’a Kurdî Şêxmûz Sefer hat xwendin wiha ye:

“Wek rewşenbîr û nivîskar, beriya her tiştî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê, ji bo parastina prensîbên PEN’ê, ji bo biserxistina aştiyê, ji bo parastina mafên mirovan, ji bo dayîna mafê gotinê ya gotinê, ji bo bêdengkirina çekan û tunekirina tundiyê di 24’ê avrêla 2016’an de bi hevkariya Navenda PEN’a Kurd û Navenda PEN’a Tirkiyeyê û bi piştgiriya Navenda Giştî ya PEN’ê, bi beşdariya Cîgirê Serokê Giştî yê Navenda PEN’ê, Serokê Giştî yê Komîteya Aştiyê ya PEN’ê, vîdeopeyamên Seroka Giştî yê PEN’ê ya niha û Serokê Giştî yê Berê yê PEN’ê, gelek nivîskar, rewşenbîr, nûner û rêvebirên gelek sazî û dezgehên civaka sîvîl, siyasetmedar û akademîsyenan, me bi şiyara ‘AŞTÎ: Çawa û Ji Bo Kê’ li Amedê konferanseke aştiyê li dar xist.

Beriya her tiştî divê em vê yekê bibêjin ku di pêvajoyeke ku peyva aştiyê êdî zêde nayê bikaranîn û heta bikaranîna vê peyvê dibe sedem ku êrîş li ser mirovan bên kirin an jî ceza li mirovan bên birîn de em ê bi dengekî bilind her û her bibêjin; ‘li gel hemû girêkan, aştiyeke bi rûmet gerek e’. Ji bo ku em bikin ku xewnên zarokên me pêk bên, dahatûyeke aram ji wan re wek mîrateya ji me bimîne, ji bo ku em berpirsiyariyên xwe yên şexsî pêk bînin, ji bo ku em xwedî li keda aştîxwazên wek Tahîr Elçî, Hrant Dînk û gelekên din ên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane derbikevin û xeyalên wan pêk bînin, me ev konferans li dar xist û di konferansa xwe de em li ser gelek xalên têkildarî bikaranîna mafên mirovî, pêvajoya veguherînê ya demokratîk a di dema şer de, ezmûnên cîhanî, rojnamegerî, etîk, civak û derûniya civakî, hiqûq, şer û aştiyê rawestiyan.

Di dawiya konferansa xwe de, wek hemû pêkhate û beşdarên Konferansa Aştiyê, li welatê me, ji Ameda ku yek ji girîngtirîn bajarên cîhanê ye û niha veguheriye yek ji navendên herî girîng ên vî şerê qirêjî, em dîsa, bi israr û inyad, bi dengekî bilind ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde bang dikin û dibêjin;

-Ji bo ku gotin bikaribe (gotina) xwe bibêje, ji bo ku sedemên vî şerê baş werin deşîfrekirin û encamên tatmînkar derkevin holê em bang li hemû hêlên vî şerî dikin ku dengê çekan rawestînin û rê li diyalogê vebikin.

-Divê ku her kes wek mirov û hemwelatî bikaribe mafên xwe yên xwezayî di nav aramiyekê de bi kar bîne, bi nasnameya xwe ya xweser beşdarî jiyanê bibe.

-Divê kesên ku gotibûn “Me jixwe biryara vî şerî dabû” ji vê biryara xwe vegerin û vî şerê qirêjî yê ku li gelek bajaran, ku gelek sîvîl lê jiyana xwe ji dest didin, dimeşîne rawestîne.

-Divê hemû sazî û dezgehên raya giştî û komele, sazî û dezgehên civakî yên navneteweyî piştgiriyê bidin hemû hewldanên ji bo aştiyê û bi hemû hêza xwe hewl bidin ku ji bo rawestandina şer û vegera li diyalogê, li ser aliyên şer pêkutiyê bikin.

-Divê hemû nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr, rojnameger, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên ji hemû etnîsîteyan, nasnameyan û koman ên li Tirkiyeyê ji bo bipêşxistina çanda aştiyê tiştê ku ji destên wan bên bikin.

-Divê Navenda Giştî ya PEN’ê piştgiriyê bide van daxwazan û ji bo ku aştiyeke bi rûmet û mayînde li Tirkiyeyê pêk bê zêdetir gavan biavêje û teşwîq bike.

Kesên ku di nav şer de ne zêdetir qeyran, karesat û trajediyên şer dibînin û hîs dikin. Dizanin ku çiqasî ji xweşiya aştiyê bêpar dimînin. Ji hemû hêlên wek derûnî, ruhî, civakî û madî ve bi qîmeta aştiyê baştir dizanin. Peywira her kesî ye ku dengê daxwaza aştiyê berztir bike û bangê li hemû layên şer bike ku şer rawestînin û di çarçoveya hemwelatiya wekhev û mafên mirovan de vegerin pêvajoya çareserî û aştiyê. Şer, pevçûn û rûxandin ji bo tu pirsgirêkê, li tu derê nabin çareserî. Şer, pevçûn û rûxandin zêdetir astengan derdixin pêşiya mirov, êşa heyî girantir dikin û dikin ku hemwelatiyên sîvîl ên bêguneh xesarên gelekî mezin bibînin. Sed heyf û mixabin ku gelek gund, navçe, bajar, bajarok û xwzaya bedew a vê axa pîroz hat tehrîbkirin û ciwan hatin kuştin. Ji ber vê yekê jî, banga me li hemû kes, hukûmat, sazî û dezgehên aştîhez û aştîparêz e ku di hewla me ya biserxistina aştiyeke demildest a mayînde de ligel me bisekinin û bibin afrînerên jiyaneke xweştir û geştir.”

Jêder: Basnûçe

 

 

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Par 266,000 penaber çûne Almanyayê

Fatoş DEMIRTAŞ Di 2023an de zêdetirî 266,000 penaber bi rêyên kaçax çûne Almanyayê. Ev jî …