Di Kongreya CEMRê de li ser Amedê axivîn

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak beşdarî Kongreya Konseya Herêm û Şaredariyên Ewropayê (CEMR) bû û di kongreyê de ji ber helwesta Amedê bo ragirtin û pêşwazîşkirina penaberan hêjayî teqdîrê hate dîtin. Di kongreyê de biryara der bare Sûrê de jî hate nîqaşkirin.

Kongreya CEMR a sala 2016an, di navbera 20-22yê insane li bajarê Nicosia ya Komara Qibrisê hate lidarxistin. Ji gelek welatên Ewropayê şaredarî û yekgirtinên şaredariyan di kongreyê de amade bûn. Zêdetirê hezar kes beşdarî kongreyê bûn, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di kongreyê de amade bû. Di kongreya 3 rojan dewam kir de 32 rûniştin hatin kirin û mijarên cur bi cur hatin nîqaşkirin.

Di rûniştina bi navê “Rûbirûbûna bi Endamên Pevçûnên li Welatên Cîranê Başûrê Ewropayê re” de nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Kolnê, Şaredariya Lubnanê û Urdinê beşdar bûn. Di vê rûniştinê de, bandora pevçûnên li Rojhilata Navîn li ser Ewropayê, mafên penaberan û helwesta rêveberiyên herêmî hate nirxandin, Hevşaredar Gultan Kişanak di axaftina vir de diyar kir ku pirsgirêka penaberan bi aştiyê mimkûn e û got ku ev pirsgirêk ne tenê bi xwe re trajediyên mirovî tîne heman demê dibe sedema krîzên siyasî jî.

‘Divê Ewropa dijî binpêkirina mafên mirov bêdeng nebe’

Kişanak, destnîşan kir ku dive saziyên Ewropayê li beramberî binpêkirin û wêrankariya li bajarên kurdan bêdeng nebe û got ku ji ber binpêkirina mafên mirovan û pevçûnan pêlên koçberiyê jî çêdibin. Kişanak, li ser kiryara Şaredariya Bajarê Mezin û GABBê ya bo pêla koçberiya Şengal û Rojava agahî dan. Ev xebatên şaredariyê ji aliyê beşdaran ve bi dilxweşî hatin pêşwazîkirin.

Her weha di rûniştinên bi ser nave çandê de rewşa Sûrê û biryara destbiserkirina wê derê jî hate nirxandin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …