Li Sûdana Başûr tirsa şerê etnîk

 

 

Dewleta heri ciwan a cîhanê Sûdana Başûr bilez ber bi şerê navxweyî ve diçe. Şerê ji bo îktîdarê yê di navbera rêvebirên welat de, li hember ewlekekariya dewleta nû xetereyeke mezin pêk tîne.

Ji ber serhildana cîgirê kevn ê welat Riek Machar a li hember serokê Sûdana Başûr Salva Kiir, tê texmîn kirin ku heta niha ji hezarî zêdetir mirov hatin kuştin û 80,000 kes jî wargehên xwe terk kirin. Ji kesên koçkirin li derdora 20,000 kesî li kampa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li paxtext Jubayê hatin bicîkirin.

Serokê welat Salva Kiir ji koma etnîk a herî mezin Dinka ye ku rêvebirina partiya SPLM’ya li îktîdarê di destê wan de ye. Li hember vê, reqîbê serok Riek Machar ji koma etnîk a biçûk Nuer e ku li bakurê welat dijîn. Ji ber vê rewşê, li welat xetereya herî mezin destpêkirina şerê etnîk a di navbera van her du komên etnîk de ye.

Piştî bûyerên şîdetê yên ku di 15’ê Kanûnê de li Jubayê rû dan, serhildêrên girêdayê Riek Machar bilez eyaletên bi navê Jonglei û Unity dagir kirin. Ji ber hebûna piraniya çavkaniyên petrolê yên welat, Unity eyaleteke stratejîk e.

sudan

Li aliyekî din, fikar tên kirin ku derketina şerê naxweyî yê li welat bandorekê li şerê navxweyî yê li welatê cîran Komara Afrîkaya Navîn bike. Niha li vî welatê ku li rojavayê Sûdana Başûr cî digire, di navbera xrîstiyan û misilmanan de cî bi cî şer didome. Dîsa, ji ber ku Sûdana Başûr partnereke girîng a bazirganiyê ya Ûganda û Kenyayê ye, şerê li vî welatî wê bandoreke neyênî li van her du welatan jî bike.

Sûdana Başûr ku piraniya nifûsa wê xrîstiyan in, piştî şerekî dirêj ê çekdarî, di sala 2011’an de ji Sûdanê veqetiya û bû dewleteke nû ya Afrîkayê. Digel ku li welat rezervên mezin ên petrolê hene, piraniya nifûsê xizan in û di mercên xerab de dijîn. Welat ji aliyê SPLM ku endamênên wê serhildêrên kevn in û niha jî hemû hêzên çekdar ên welat pêk tînin, tê birêvebirin. Koma elît a rêvebirên vê partiyê, li gorî berjewendiyên xwe welat birêve dibe û hemû çavkaniyên welat ji bo dombûna îktîdara xwe bikartîne.

Çavkanî: Dw.de / Aljazeera.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …