Zimanên ji bo welatîbûna global

 

 

UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ya 2014’an pîroz kir. Rêxistinê bi daxuyaniya xwe ya di derbarê vê rojê de ku di 21 Sibatê de weşand, diyar kir ku ew ê di çarçoveya xebata îsal a ji bo zimanê dayikê de li ser bikaranîna zimanên lokal di qada zanistê de bisekine.

Daxuyaniya UNESCO’yê a bi sernivîsa Zimanên Lokal ên ji jo Welatîbûna Global: Balkişandina li ser Zanistê ku li ser navê Gerînendeyê Giştî yê rêxistinê Irina Bokova hat dayîn de hat gotin ku zimanên lokal piraniya zimanên li cîhanê pêk tînin û di heman demê de herî zêde ew bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Famkirin û axaftina çend zimanan, mirovan ber bi zêdetir famkirina zengîniya têkiliyên çandî yên li cîhanê ve dibe. Naskirina zimanên lokal dike ku gelek mirov dengên xwe bi kesên din bidin bihîstin û di qedera xwe ya kolektîf de roleke aktîf bilîzin.”

Di daxuyaniyê de li ser wateya pirzimaniyê jî hat sekinandin û hat diyarkirin ku “Perwerdeya Pirzimanî tê wateya bikaranîna herî kêm sê zimanan (zimanê dayikê, zimanekî herêmî an neteweyî û zimanekî navneteweyî) di qada perwerdeyê de.”

Di daxuyanî di derbarê kêrhatina zimanên lokal ên di qada zanistê de van tespîtan hatin kirin: “Berevajiya zanîna di nava civakê de, zimanên lokal bi awayekî mikemel dikarin zanîna herî modern a zanistî di matematîk, fîzîk, teknolojî û hwd. de veguhezînin.”

Perwerdeya zimanê dayikê

UNESCO, ji ber girîngiya wê ya damezrandina bingeheke xurt a perwerdeyê, di çarçoveya perwerdeya duzimanî û pirzimanî de, di salên pêşiyê yên zaroktiyê de perwerdeya bi zimanê dayikê diparêze. Li malê an li pêşdibistanê bikaranîna zimanê dayikê bi zarokan re, ji bo bi rihetî fêrbûna xwendin û nivîsandinê û di dawiyê de jî ji bo fêrbûna zimanekî duyemîn (dibe ku zimanê neteweyî) di salên bê yên dibistanê de zarokan amade dike.

UNESCO bi armanca destnîşankirina bikaranîna sê zimanan di perwerdeyê de di 1999’an de terîma ‘perwerdeya pirzimanî” qebûl kir û ji wê rojê vir ve xebatên li ser mijarê teşwîq kir.

Girîngiya bikaranîna zimanê dayikê ya di salên pêşiyê yên perwerdeyê de di xebat, lêkolîn û raporên UNESCO’yê de yên wekî Rapora Çavdêriya Global a EFA’yê de ya salane de tên nîşandayîn.

Çavkanî: Unesco.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …