Îspanya li Baskê paş ve gav avêt

Îspanya bi daxuyaniyekê dawî li polîtîkaya xwe ya li dijî girtiyên ji Welatê Baskê anî.

Cara ewil di 2018’an de bi hukumeta serokwezîr Pedro Sanchez Îspanya îşaretên guherîna polîtîkaya xwe dabû.

Îspanya bi daxuyaniyekê dawî li polîtîkaya xwe ya li dijî girtiyên ji Welatê Baskê anî.

Wezareta Karên Hundir a Îspanyayê ragihand, ew ê êdî girtiyên ETA’yê neşînin girtîgehên li derveyî Welatê Baskê.

Wezaretê bi heman daxuyaniyê diyar kir, ew ê 6 girtiyên din transferê Baskê bibin.

Malbatên girtiyan bi riya saziyên sivîl, di 30 salên dawî de ji bo vê meseleyê kampanyayan dimeşandin.

Cara dawî, di Çileya îsal de bi hezaran kes ji bo protestokirina polîtîkaya girtiyan a Îspanyayê li bajarê Bilbaoyê meşiyabûn.

Hêjayî gotinê ye, cara ewil di 2018’an de bi hukumeta serokwezîr Pedro Sanchez Îspanya îşaretên guherîna polîtîkaya xwe dabû.

Sanchez ji ber arîtmetîka parlamentoyê, di demên dawî de pêdiviyê bi dengên wekîlên ji Baskê dibîne.

Bawerî ev e, sebebeke çima Îspanya daxwaza civaka Baskê niha qebûl kir, ev e.

Aloziya ETA-Îspanyayê

Bi destpêka salên 1990’î de partiyên siyasî yên Baskî ji ETA’yê daxwaza bidawîkirina şer kiribûn.

Rêxistin, piştî zêdebûna reaksiyonan, di 1999’an de agirbestekê ragihandibû û di 2014’an de jî dawî li hebûna xwe anîbû.

ETA (Welatê Bask û Azadî) ku di 1959’an de hatibû damezrandin, ji bo serxwebûna Baskê şerekî çekdarî meşand.

Bi destpêka salên 1990’î de partiyên siyasî yên Baskî ji ETA’yê daxwaza bidawîkirina şer kiribûn.

Rêxistin, piştî zêdebûna reaksiyonan, di 1999’an de agirbestekê ragihandibû û di 2014’an de jî dawî li hebûna xwe anîbû.

Di aloziya di navbera Îspanya û ETA’yê de li derdora 500 polîs û leşkerên Îspanyayê, 240 mîlîtan û bi qasî 350 sivîl hatibûn kuştin.

Piraniya wan sivîl û mîlîtan, bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha 30,000 alîgir û endamên ETA’yê hatibûn girtin.

4,770 kes ji aliyê dadgehên îspanyol ve hatibûn cezakirin.

Niha di girtîgehên Îspanyayê de bi qasî 176 endamên ETA’yê hene.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …