Xelata bajarên pirreng hate eşkerekirin

Xelata Bajarên Ewrûpayê yên Tevlîbûna Civakî û Pirrengiyê ji sala 2022’an û vir ve ji aliyê Komîsyona Ewrûpayê ve tê dayîn.

Bajarên Ewrûpayê yên nifûsa di ser 50.000’î re ye ji bo xelatê dikevin nava pêşbirkê.

Xelata Bajarên Ewrûpayê yên Tevlîbûna Civakî û Pirengiyê ya îsal hatin dayîn.

Bajarê Terrassa ya li Katalonyayê û La Zarzaya li rojavayê Îspanyayê bû bajarên yekemîn û xelata zêr bi dest xistin.

Bruksela ku ji Yekitiya Ewrûpa, Belçîka û herêma Vlaanderê re paytextiyê dike bû duyemîn.

Paytexta Fînlandiya Helsinki jî bi dûv Brukselê re bû bajarê sêyemîn.

Hin bajarên din ku xelatê bi dest xistin ev in:

Labin (Kroatya – zîv)

Fundão, (Portugal – bronze)

Gdansk (Polonya, xelata taybet)

Reggio Emilia (Îtalya – bronz)

Xelatên Bajarên Ewrûpayê yên Tevlîbûna Civakî û Pirengiyê ji sala 2022’an û vir ve ji aliyê Komîsyona Ewrûpayê ve tê dayîn.

Bruksel îsal bû bajarê herî mezin ê xelata pirrengiyê wergirt.

Bajarên Ewrûpayê yên nifûsa wan di ser 50.000’î re ye ji bo xelatê dikevin nava pêşbirkê.

Pirrengî û wekheviya etnîk, olî, zayendî û herwiha afirandina derfetên wekhev ji bo hemû komên civakê pîvanên dayina vê xelatê ye.

Îsal ji bo 74 bajarên Ewrûpayê ji bo xelatê werbigirin serî li Komîsyona Ewrûpayê dan.

Ji bo dîtina bajarên xelatgirtî vê lînkê bitikînin.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû …