Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beytên helbestvanên Edebiyata Klasîk a Kurdî li ser peyarên Kolana Gaziyê ya navçeya Sûrê neqişand û bi cih kir.
Bi xebata ku bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Gerînendetiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî dabû destpêkirin, beytên helbestvanên Edebiyata Klasîk a Kurdî li ser peyarên Kolana Gazî neqşand û bi cih kir.
Li ser peyarên Kolana Gazî ya ku yek ji kolanên herî kevnar ên bajêr e, her 25 metreyan carekê beytên helbestvanên girîng ên Edebiyata Klasîk a Kurdî yên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî û Siyapûş hatin neqişandin û bi cih kirin. Lê mixabin ji dêvla ku li dîwaran bineqişînin, li erde neqişandin û kî di wê kolanê de biçe û bê, dê pê li wan beytan bike û di bin lingên xwe de biperçiqînin.
Gerînendetiya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak,di axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pîroz kir û got: “Me xwest ku em beytên helbestvanên klasîk ên Kurd li ser Kolana Gazî li ser keviran binivîsin û vê kolanê xemilandin. Niha, dê 40 beytên ku li ser keviran hatine nivîsîn li ser vê kolanê bên bicihkirin. Bi taybetî jî me hêvî kir ku em bi vî awayî balê bikişînin ser ziman, da ku tûrîstên ku ji vê herêmê derbas dibin rengê Kurdî bibînin.”
Nûçe ji alîyê şênîyekî Amedê yê nexwestîye navê xwe bêje hatîye nivîsandin.