Belûcistan serxwebûna xwe ragihand

Eyaleta Belûcistanê ya girêdayî Pakistanê serxwebûna xwe ragihand.

Lîderên belûcî ji Hindistanê piştevaniyê daxwaz dikin.

Eyaleta Belûcistanê ji Pakistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.

Times Algebraya girêdayî Hindistanê navê dewleta nû wekî “Komara Belûcistanê” ragihand.

Dibêje lîderên belûcî ji hikûmeta Hindistanê dixwazin destûrê bide ku li Delhiya Nû sefaretekê vekin.

Rêveberên belûcî ji Neteweyên Yekbûyî jî dixwazin hêza aştiyê bişînin nav dewleta nû.

Lîderê belûcî Mîr Yar Belûc destnîşan kiribû ku Belûcistan ne parçeyekî Pakistanê ye.

Pê re jî hikûmeta Pakistanê bi sûcên wekî bombebarana hewayî, wendakirina mirovan û qirkirinê tawanbar kiribû û ji medyaya Hindistanê jî daxwaz kiribû ku wan wekî “gelê Pakistanê” pênase nekin.

Ku der e Belûcistan?

Belûcistan welatekî li Asyayê ye ku ji alîyê Pakistan û Îranê ve ve hatîye dagirkirin.

Nifûsa gelê belûc ê li her du herêman dijîn li derdora 10 milyonî ye.

Pakistanê rojhilatê Belûcistanê ku nifûsa wê 12 mîlyon e kontrol dike.

5 milyon ji vê nifûsê ji Pakistanê koçî herêmê kirine.

Eyaleta Belûcistanê ya di bin kontrola Pakistanê de/Wikipedia

Rojhilatê Belûcistanê  xwedî çavkanîyên petrol, gaza xwezayî, komir, zêr û sifir e.

Tevî vê jî Belûcistan di nava eyaletên Pakistanê de ya herî xizan e.

Infowelat

———————————————

Foto: Ala Artêşa Rizgarîya Belûcistanê

Doza Rizgariya Belûcistanê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …