Êrîşa li dijî PEN’a Kurd a li Amedê hat şermezar kirin

Êrîşa li dijî navenda PENa Kurd ya li bajarê  Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin.

Navenda PENa Kurd ku li Sûra Diyarbekirê ye rastî êrîşê hat. Ev nêzî du meh in ku bajarokê Sûrê bi rûxandin û wêrankirinê re rûbirû ye.

Bûyer 5-ê Sibatê pêk hat. Di heman demê de Avahiya Mala Dengbêjan jî kete ber pêla êrîşan. Li ser vê yekê Navenda PENa Navneteweyî (International PEN) bangawaziyek weşand û piştgiriya xwe ji bo PENa Kurd eşkere kir. Diyar e êrîşkar ji fikir-pênûsê û ji awazên dengbêjan jî ditirsin. Bi tundî rûreş û şermezar dikim…

Têkdana artêşa Tirk ji ofîsa navenda PENa Kurd re, dilê hemû nivîskar û rewşenbîr û endamên wê navendê nexweş kir. Ji ber ku ev kar bi yek carî dûre li hemû yasa û zagonan.

Jêder: PUKmedia

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …