Trump wê polîtîkayeke êrişkar bimeşîne

Trump di daxuyanîya çapemenîyê ya li havîngeha xwe ya li Floridayê derbarê polîtîkaya xwe ya derve de agahî dan.

Ji axaftinên Trump derket holê, ew ê bi tenê ji perspektîfa DYAyê nêzîkî meseleyên navneteweyî bibe.

Trump amade ye ji bo berjewendîyên Amerîkayê ji ambargoyên aborîyê bigire heta bikaranîna hêza leşkerî ji bo hemû opsîyonan bi kar bîne.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump careke din bi axaftinên xwe ket rojeva cîhanê.

Trump di daxuyanîya çapemenîyê ya li havîngeha xwe ya li Floridayê derbarê polîtîkaya xwe ya derve de agahî dan.

Meseleyên Qenala Panamayê, Greenland, NATO û Hamas di daxunayî de cî girtin.

Ji axaftinên Trump derket holê, ew ê bi tenê ji perspektîfa DYAyê nêzîkî meseleyên navneteweyî bibe.

Nuqteyeke din a giring jî ev e, Trump amade ye ji bo berjewendîyên Amerîkayê ji ambargoyên aborîyê bigire heta bikaranîna hêza leşkerî ji bo hemû opsîyonan bi kar bîne.

Trump li ser pirsa ku ew ê ji bo kontrolkirina Qenala Panamayê û Greenlandê hêza leşkeri an tedbîrên aborîyê bi kar bîne an na, vê gotina balkêş kir:

“Na, ez nikarim ji we re bêjim em ê herduyan jî bi kar neynin. Lê ez dikarim bêjim, ji bo ewlekarîya aborîyê pêdivîya me bi herduyan heye.”

Helwesta Trump a di mijarên navborî de wiha ye:

Kanada

Trump mesrefa Amerîkayê ji bo berhemên Kanadayê dike û desteka leşkeri ya ji bo vî welatî rexne kir got, DYA ji vê yekê tiştek qezenc nake. Lîderê amerîkî got, sînorên di navbera her du welatan de “bi awayekî ne xwezayî hatine çêkirin.” Trump berê jî gotibû, divê Kanada bibe eyaleteke Amerîkayê.

Greenland

Trump di meseleya Greenlandê de helwesta xwe domand û got, eger Denmark Greenlandê nefiroşe wî wê Amerîka tarîfên giran deyne ser berhemên vî welatî. Ev jî nîşan dide, wê meseleya Greenlandê di dema rêveberîya Trump de bibe sebeba alozîyeke di navbera DYA û Denmarkê de.

Panama

Trump careke din got, divê ji bo ewlekarîya welatê wî Qenala Panamayê têkeve bin kontrola DYAyê. Trump got, Panama ji keştîyên Amerîkayê yên di qenalê re derbas dibin pereyeke zêde digire.Trump îdîa dike, qenal ji alîyê Çînê ve tê birêvebirin û  loma jî divê wekî berê di desten Amerîkayê de be.

NATO

Meseleya NATOyê xaleke giring a axaftina Trump bû. Serokê hilbijartî yê Amerîkayê ji endamên NATOyê daxwaz kir lêçûyînên xwe yên leşkerî zêde bikin. Lê vê carê Trump ji welatên NATOyê xwest, ji % 5ê Hilberîna Ne-Safî ya xwe ji bo parastinê veqetînin. Berî niha, Trump ji endamên rêxistinê daxwaz dikir, ji % 2yê Hilberîna Ne-Safî ji bo parastinê veqetînin.

Hamas

Trump di daxuyanîyê de gefa xwe ya li hember Hamasê dûbare kir. Lîderê amerîkî got, eger Hamas rehîneyên di desten xwe de di dema destpêka serokatîya xwe de bernede, wê li Rojhilata Navîn veguher dojehekê.

Infowelat

———————————————

Foto: Donald Trump/Youtube

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …