Yûnanistan ji ber binpêkirinên mafên penaberan ji alîyê Dadgeha Mafên Mirov a Ewrûpayê (DMME) ve hat mehkûmkirin.
Dadgeha li Strasbourgê biryar da, dewleta yûnan penaxwazan bi darê zorê dişîne Tirkîyeyê.

Dadgehê di biryara xwe de ji ber mafê binpêkirina penaberîya ya jineke ji Tirkîyeyê 20,000 Euro ceza li Yunanistanê birî.
Jina qala wê tê kirin, piştî ji Yûnanistanê hatibû vederkirin, ji alîyê Tirkîyeyê ve hatibû girtin.
DMME di biryarê de diyar kir, Yûnanistan “bi awayekî sistematik” penaxwazên tên Parêzgeha Evrosê paş ve dişîne Tirkîyeyê.
Di biryarê de hat destnîşankirin, bi vê pratîka xwe Yûnanistan xalên 3. û 13. ên peymana mafên mirov ên Ewrûpayê binpê dike.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnestyê jî di 2021an de kiryarên li ser sînorên Yûnanistan û Tirkîyeyê wekî “politikaya de fakto ya sînor” pênase kiribû.
Hikumeta Kyriakos Mitsotakis wekî hikumetên berê gilî û gazinên div ê mijarê de tên kirin qebûl nake.
Hikumet radigihîne, politikaya wan a penaberîyê “hişk e lê adil e.”
Infowelat
—————————————————-
Foto: Evros parêzgekehe Yûnanistanê ye polîtîkaya vederkirina penaberan lê tê meşandin. /Nexşe: Thenewhumanitatian