Mesrûr Barzanî careke din berê xwe da Tirkîyeyê û Erdogan re rûnişt.
Tevî daxuyanîyên fermî jî texmîn ev e, naveroka civînê bi giranî li ser avabûna hikumeta Herêma Kurdistanê ye.
Herwiha, di ajandaya Tirkîye û PDKê de xurtkirina pozisyona ENKSê ya li Rojava jî heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî careke din berê xwe da Tirkîyeyê.
Barzanî li Enqereyê bi Serokê Tirkîyeyê Tayîp Erdogan re hevdîtinekê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bû.
Civîn ji çapemenîyê re girtî hat li dar xistin û loma jî naveroka civînê nayê zanîn.
Piştî civînê Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyanîyekê belav kir.
Daxuyanîyên fermî
Di daxuyaniya fermî de hat ragihandin, “xurtkirina pêwendiyên dualî, pêşhatên dawî yên li Îraqê û guherînên li Sûriyeyê” hatin gotûbêjkirin.
Meseleya nakokîyên Kurdistan-Iraqê û hinardekirina (îxracat) petrole jî di daxuyanîyê de wiha cî girtin:
“Divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin û astengiyên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê werin rakirin.”
Serokomariya Tirkiyeyê jî di daxuyanîya xwe meseleya ewlekarîyê derxist pêş:
“Serokkomar Erdogan diyar kir ku bi taybetî di bin ronahiya pêşhatên li Sûriyeyê de Tirkiye girîngiyê dide parastina aramî û ewlehiya Îraqê.
Her wiha ji bo ku pêşhatên li Sûriyeyê nebin sedema bêîstiqrariyên nû li herêmê hewl dide û di paşeroja Sûriyeya nû de cihê rêxistinên terorîst û hêzên girêdayî wan nîne.”
Avabûna hikumeta Başûr
Tevî daxuyanîyên fermî jî texmîn ev e, naveroka civînê bi giranî li ser avabûna hikumeta Herêma Kurdistanê ye.
Tirkîye naxwaze YNK di hikumeta herêmî de cî bigire û ji bo vê zextan li PDKê dike.
Nûnerên PDKê û YNKê ji bo avakirina hikumetê îro ji bo cara sêyemîn li Hewlerê civînan li dar dixin.
Tê ragihandin, di dema Mesrûr Barzanî bi Erdogan re hevdîtînekê kir, serokê Neweya Nû jî li Enqereyê bû.
Texmîn ev e, Tirkîye dixwaze Neweya Nû di dewsa YNKê de di hikumetê de cî bigire.
Meseleya ENKSê
Herwiha, di ajandaya Tirkîye û PDKê de xurtkirina pozisyona ENKSê ya li Rojava jî heye.
Her du alî dixwazin di vê dema ku dîzayna polîtîk a Sûrîyeyê di rojevê de ye, ENKSê derxin pêş.
Bi vê polîtîkayê armanc ev e, ENKSê bikin muxatebeke meşru ya Rojava û hêza sîyasî ya PDKê jî lawaz bikin.
Hêjayî gotinê ye, Amerîka û Fransa jî du mehên dawî de bi rêveberîya Rojava û ENKSê re hevdîtînan dike û dixwaze vê rêxistinê bike hevparê temsîlîyeta Rojavayê Kurdistanê.
Infowelat
————————————————————-
Foto: Mesrûr Barzanî û Tayîp Erdogan/Medyaya Civakî