Lêçûyînên ji bo çekên atomê zêde bûn

Di 2023an 91.4 milyar dolar ji bo çekên nukleer hat xerckirin.

Amerîka, Çîn û Rûsya li cîhanê welatên herî li pêş in ku ji bo çekên nukleer mesrefeke giran dikin.

Lêçûyînên cîhanî yên çekên nukleer (çekên atomê) ji % 13 zêde bûn.

Di 2023an 91.4 milyar dolar ji bo çekên nukleer hat xerckirin.

Ev dane di rapora Kampanyaya Qedexekirina Çekên Nukleer a Navneteweyî (ICAN) de cî girtin.

Amerîka, Çîn û Rûsya li cîhanê welatên herî li pêş in ku ji bo çekên nukleer mesrefeke giran dikin.

Çînê par 11.9 milyar dolar ji bo çekên nukleer terxan kirîye.

Li gorî raporê, Rûsya 8.3, Brîtanya 8,1 û Fransa 6.1 milyar dolar ji bo çekên nukleer mesrefê kirine.

Rapora Icanê nîşan dide, lêçûyînên çekên nukleer ên Amerîkayê gihîştîye asta rekorê.

Lêçûyînên Amerîkayê ji % 45 û yên Brîtanyayê jî ji % 43 zêde bûne.

Li cîhanê 9 dewletên xwedî çekên nukleer (DYA, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa, Hîndistan, Îsraîl, Pakistan û Koreya Bakur) hene.

Welatên xwedîyê çekên atomê û welatên van çekan lê hatine bicîkirin/Wikipedia

Hejmara çekên nukleer yên di destên van welatan de wiha ye:

Rûsya: 5889

Amerîka: 5224

Çîn: 410

Fransa: 290

Brîtanya: 225

Pakistan: 170

Hîndistan: 164

Îsraîl: 90

Koreya Bakur: 30

Ji bilî vê, li Tirkiye, Almanya, Îtalya, Hollanda, Belçîkayê çekên nukleer ên Amerîkayê û li Belarûsê jî çekên nukleer ên Rûsyayê hatine bicîkirin.

……………………………………………………………………………

Foto: Dîmeneke çekên nukleer/X.com 

Infowelat

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Baas 60 salan li Sûrîyeyê li ser kar ma

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê …