Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike.
Ewrûpa di wê bawerîyê de ye, Amerîka Ukraynayê dike qurbana berjewendîyên xwe.
Gelo Amerîka Ukraynayê dike qurbanê berjewendîyên xwe?
Piştî axaftina Trump a bi Putin re, li Ewrûpayê ev pirs tê kirin.
Gotinên Trump ên derbarê qedera Ukraynayê de Ewrûpa û Ukraynayê dixe nava alarmê.
Sebeba vê ev e, Trump bêyî tevlîkirina Yekitîya Ewrûpayê rêveberîya Zelensky, dixwaze rasterast bi Putin re meseleya Ukraynayê çareser bike.
Serokê Amerîkayê guh nade ewrûpîyan û dixwaza plana xwe ya aştîyê bi Putin re pêk bine.
Hevdîtina ewil a di navbera her du alîyan de jî wê di Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê de pêk were.
Trump ragihand, wê şandeyên Amerîka û Rûsyayê li Munichê hevdîtinekê bikin.
Detayên plana Trump a ji bo aştîya li Ukraynayê jî hêdî hêdî derdikeve holê.
Trump dibêje, Ukrayna wê nikaribe bibe endamê NATOyê û erdên wê yên dagirkirî wê Rûsyayê re bimîne.
Alarma Ewrûpayê
Ev pozîsyona Amerîkayê welatên ewrûpî dixe nava fikarên kûr.
Ewrûpî ditirsin, biryarên jeopolîtîk ên derbarê qedera parzemîna Ewrûpayê de ji alîyê DYA û Rûsyayê bên dayîn.
Ev yek li Bruksel, London, Berlin û Parisê wekî senaryoya xewnereşkê tê qebûlkirin.
Serokê fransî ku wekî şampîyonê nasnameya ewrûpî tê naskirin, tevlî hin lîderên parzemînê reaksîyon nîşanî planên Trump dide.
Macro: Aştîya bi Rûsyayê re teslîmîyet e
Emanuel Macron di hevpeyvîneke xwe ya di Financial Timesê de got, “aştîya bi Rûsyayê” re xwe radestkirin e.
Macron ji bo hevdîtinên aştîyê serokê ukraynî Zelensky wekî muxatabê rewa nîşan da.
Şefa dîplomasîya YEyê Kaja Kallas jî li hember hevdîtinên Amerîka-Rûsyayê derket û got, “pêdîviya we bi ewrûpîyan, pêdivîya we bi ukraynîyan heye.”
Infowelat
———————————————
Foto: Kaja Kallas – Nûnera Bilind a Yekitîya Ewrûpayê ya Têkilîyên Derve/Medyaya Civakî