Trump leşkeran dişîne sînorên Meksîkayê

Trump bi biryarnameyekê li ser sînorên bi Meksîkayê re rewşa awarte ragihand.

Yekîneyên Artêşa Amerîkayê bi armanca pêşîgirtina pêla koçberîyê li ser sînor tên bicîkirin.

Meksîka got, wê herdem serdestî û serxwebûna xwe biparêzin.

Donald Trump polîtîkaya asayî ya ji bo cîranên xwe diguherîne.

Lîderê Amerîkayê di roja ewil de li hember Meksîkayê dest bi polîtîkaya zextan kir.

Trump bi biryarnameyekê li ser sînorên bi Meksîkayê re rewşa awarte ragihand.

Yekîneyên Artêşa Amerîkayê bi armanca pêşîgirtina pêla koçberîyê li ser sînor tên bicîkirin.

Trump ji Meksîkayê dixwaze nehêle koçber derbasî Amerîkayê bibin.

Yek ji daxwaza Trump jî ev e, koçber serîlêdana ji bo hatina Amerîkayê li Meksîkayê bikin.

Washington dixwaze, heta bersiva serîlêdanan bê dayîn koçber li Meksîkayê bimînin.

Meksîka vê qebûl nake û dibêje, koçberî meseleya Amerîkayê ye.

Tevî vê jî Meksîka qebûl dike, tedbîrên li ser sînorên xwe ya li dijî koçberîya neqanûnî zêde bike.

Navê kendavê û bac

Du meseleyên din ku di navbera Amerîka û Meksîkayê de dibin problem, guherîna navê Kendava Meksîkayê gefa zêdekirina tarîfeyên berheman e.

Trump di roja yekemîn a serokatîya xwe de navê kendavê kir Kendava Amerîkayê.

Kendav li seranserê Cîhanê wekî Kendava Meksîkayê tû naskirin.

Meseleya herî giran a dikare di navbera her du alîyan de alozîyû kûr bike bê guman tarîfe ne.

Trump li Meksîkayê gef dixwe û dibûje wê % 25 baca berhemên vî welatî zêde bike.

Serokê Amerîkayê da xuyakirin, ew plan dike di meha sibatê de biryara xwe têxe merîyetê.

Trump çi biryar dan?

  • Vederkirina koçberên neqanûni

Armanc ev e 13 milyon koçberên li Amerîkaya Latîn bên ji Amerîkayê bên deportkirin.

  • Mafê welatîbûna zarokan

Zarokên penaberan ên li Amerîkayê hatine dinyayê êdî wê bi awayekî otomatik nebin welatî.

  • Betalkirina serîlêdanên ji bo îltîcayê

Ofîsa Koçberîyê ya Amerîkayê bi biryara Trumo bikaranîna aplikasyona CBPê betal kir. Bi vê aplîkasyonê ji derveyî welêt ji bo daxwaza koçberîyê serîlêdan dihat kirin.

  • Betalkirina bernameya penaberîyê

Bi vê bernameyê hersal qismeke penabe li Amerîkayê dihatin bicîkirin. Trump di dema rêveberîya xwe de hejmarê salane daxistibû 15,000î.

Meksîka çi got?

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum di daxuyanîya xwe ta piştî merasîma ji bo Trump, bersivê Amerîkayê da.

Sheinbaum derbarê biryara Trump a koçberan de wiha axivî:

“Li ser biryarên ku Serok Donald Trump duh îmze kirin dixwazim vê bêjim: Gelê Meksîkayê dikarin bawer bikin ku em ê herdem serdestî û serxwebûna xwe biparêzin.”

Seroka Meksîkayê nexwest bi Trump re têkeve nava nîqaşekê û bi gotinên nerm ji Trump xwest aram tevbigere.

Foto: Leşkerên  Amerîkayê yên li ser sînorên Meksîkayê/Medyaya Civakî

Serokatîya Trump dest pê kir

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …