A.Rahman Çelîk
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyên berê de diyar kiribû ku ji % 6’ê avahiyan zirar dîtine.
Ji du milyonan zêdetir Xezayiyên ji ciyûwarên xwe bûne, di nav belengaziyê de dijîn.
Agirbesta Xezayê îroj ket roja sêyan de dom dike.
Tevî ku agirbestê jî, li seranserê Xezayê gel di nava rewşeke bêçare de ne.
Dîmenên piştî agirbestê ji herêmê hatin erjengiya rûxandinê destnîşan dikin.
Wezîfedarên rizgariyê û sivîlên vegeriyan herêmê bi rûxîneke mezin ve rû bi rû man.
Li Xezayê roja ewil a agirbestê wezîfedarên rizgariyê û sivîlên vegeriyan herêmê bi rûxîneke mezin ve rû bi rû man.
Herêm wêran bûye
Saziya Parastina Sivîl a Xezayê diyar kir, tirsa wan ew e ku hîna bi deh hezaran kes di bin kavilan de hebin.
Berdevkê rêxistinê ji BBC’yê de got:
“Em hêvî dikin heta 100 rojan cesedan ji bin kavilan derxin. Ji ber sedema ku makîneyên kolandinê kêm in, vê tarîxê dikare derengtir pêk were.”
Dîmenên piştî agirbestê ji herêmê hatin, rûxandinê nîşan didin.
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyên berê de diyar kiribû ku ji % 6’ê avahiyan zirar dîtine.
Tevî ku agirbestê kêfxweşî daye jî, li seranserê Xezayê gel di nava rewşeke bêçare de ne.
2 milyon kes belengaz in
Ji du milyonan zêdetir Xezayiyên ji ciyûwarên xwe bûne, di nav belengaziyê de dijîn.
Ne xwarin heye û ne jî avahiyeke ku lê bisitirin.
Her çiqasî dest pê kirine bi qemyonan alîkariyê dibin Xezayê jî, ev têra pêdiviya herêmê nake.
Li Xezayê tenê ne avahî, rê û binesazî hatine rûxandin.
Wekî ku rayedarê Neteweyên Yekbûyî Sam Rose jî destnîşan dike, rûxandineke mezin li kesayetî, yekparetiya malbatan û civatê jî pêk hatiye.
Sam Rose dibêje: “Li Xezayê tenê ne binesazî, lazim e ku kes û malbat jî ji nû ve bên avakirin.”
Foto: Dîmeneke niştecîyên Xezayê/Medyaya Cîvakî