Trump got, ew plan dike ji 1ê sibatê û pê ve baca ji berhemên Kanada û Meksîkayê bê girtin % 25 zêde bike.
Ev gotin Kanadayê hêrs kir û Serokwezîr Justin Tredeau bersiveke tund da Trump.
Trudeau got, “Eger tarîfeyên neheq pêk werin, em ê bi awayekî xurt bersivê bidin”
Trump di roja xwe ya yekemîn a li Qesra Spî derî li krîzeke nû vedike.
Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya di merasîma sondxwarinê de dîsa meseleya baca berhemên Kanadayê kir.
Trump got, ew plan dike ji 1ê sibatê û pê ve baca ji berhemên Kanada û Meksîkayê bê girtin % 25 zêde bike.
Ev gotin Kanadayê hêrs kir û Serokwezîr Justin Tredeau bersiveke tund da Trump.
Trudea bi van gotinan pozîsyona welatê xwe îzeh kir:
“Em ê bersiveke xurt bikin”
“Eger tarîfeyên neheq pêk werin, em ê bi awayekî xurt bersivê bidin û em ê kanadayî û berjewendîyên xwe biparêzin.”
Serokwezîrê Trudeau li ser îdîayên Trump ên li ser meseleya hatina fentanîl û koçberên neqanûnî ya ji Kanadayê jî van gotinan kirin:
“Fentanîl (cûreyeke tilyakê) û koçberên kaçax ên ji Kanadayê derbasî Amerîkayê dibin ji % 1ê kêmtir e lê tevî vê jî hikumeta me fikarên Serokê Amerîkayê yên ji bo ewlehîya sînor ket nava hereketê û 1 milyar dolar plana berfireh a sînor amade kir.”
“Serdema zêrîn”
Serokwezîrê Kanadayê got pêdivîya “serdema zêrîn” Trump qala wê dike bi pola, alumînyûm û madenên din heye.
Trudeau di vê mijarê de bi van gotinan banga hevkarîyê li Trump kir:
“Ev hemû çavkanî li Kanadayû hene û em ji bo pêşketinê û silametîya aborîya Bakurê Amerîkayê amadene bi DYAyê re bixebitin.”
Infowelat
————————————
Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya Justin Trudeau/Youtube