Serokatîya Trump dest pê kir

Donald Trunmp ji bo cara duyemîn bû serokê Amerîkayê.

Trump di axaftina xwe ya di merasîmê de got “serdema zêrîn a Amerîkayê” dest pê kirîye.

Serokê nû di roja ewil de 200 biryarnameyên ku piranîya wan nîqaşbar in, îmze kirin.

Donald Trump duh careke din li ser kursîya serokatîya Amerîkayê rûnişt.

Ji bo destpêka serokatîya dema Trump, li Qesra Spî merasîmeke fermî hat lidarxistin.

Bi sedan mêvanên ji çaralîyê cîhanê û yên ji Amerîkayê tevlî merasîmê bûn.

Trump di axaftina ji beşdaran re qala polîtîkayên ku wê bişopîne kir.

Lîderê amerîkî bi van gotinan hatina xwe ya ser kar wekî bûyera herî giring a cîhanê nîşan da:

“Serdema zêrîn a Amerîkayê ji vê kêlîyê ve dest pê dike. Ji îro pê ve, welatê me wê li seranserî cîhanê jinûve geş bibe û rêz lê were girtin

Trump bi gotinên giran rêveberîya berîya xwe sûcdar kir û got, wê Amerîkayê ji xiyanetê rizgar bike.

Serokê nû meseleya koçberîyê de got, ew ê rewşa awarte rabigihîne û wiha axivî:

“Hemû koçberîya neqanûnî wê demildest were rawestandin û em ê dest bi pêvajoya vegerandina bi mîlyonan biyanîyên sûcdar ji bo cihên ku jê hatine bikin.”

Piştî merasîmê Trump derbasî ofîsa xwe ya li Qesra Spî bû û li derdora 200 Biryarnameyên Îdari îmze kirin.

Biryarnameyên Trump îmze kirin di meseleyên navxweyî û navneteweyî de Amerîkayê ji xeta wê ya berê dûr dixe.

Hin biryarnameyên Trump îmze mirin ev in:

  • Efûya êrişkarên Qesra Spî

1500 kesên d idi 6ê kanûna paşîn a 2021an de tevlî êrişa Qesra Spî bûbûn hatin efûkirin.

  • Bidawîkirina mafên welatîbûnê ya zarokên nûzayî

Heta niha zarokên koçberan ên li Amerîkayî dihatin dînyayê, bi awayekî otomatik dibûn welatîyên Amerîkayê. Trump vê betal kir.

  • Terka Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO)

Amerîka bi biryarnameya Trump ji WHOyê veqetîya. Rêxistinê desteka aborîyê herî zêde ji Amerîkayê werdigirt.

  • Guherandina navê Kendava Meksîkayê

Trump navê Kendava Meksîkayê kir Kendava Amerîkayê. Herwiha, navê Çiyayê Denali ya li Alaskayê bi biryarnameya nû bû Çiyayê McKinley.

  • Ragihandina rewşa awarte

Di warê enerjîyê de rewşa awarte hat ragihandin. Trump biryar da Amerîka zêdetir sotemanîyên fosîl ên wekî gaz û petrolê hilberîne.

  • Polîtîkaya venasîna du zayendan

Bi biryarnameyeke nû bi tenê hebûna zayendên jin û mêr hatin naskirin. Bi vê biryarê nasnameya zayendi ya LGBTyîyan hat redkirin.

  • Vekişîna ji Peymana Avhewayê ya Parîsê

Trump Amerîkayê ji vê peymana ku di 2015an de hatibû îmzekirin û armanca wê kêmkirina germahîya avhewayê bû, vekişand.

——————————————–

Foto: Donald Trump dema li ofîsa xwe biryarnameyan îmze kir/X

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …