Trump ji niştecîyên Tehranê daxwaz kir terka bajêr bikin.
Ev jî bû sebeb bi milyonan welatîyên li Tehranê bidin ser rêyên koçberîyê.
Êrişên bênavber ên Îsraîlê li Îranê bû sebeba krîzeke mezin a sîyasî û civakî.
Di roja ewil a êrişên hewayî de derket holê ku rejîma teokratîk nikare welatîyan biparêze.
Bi taybetî, paytext Tehrana ku navenda sazîyên rejîmê ye dibe hedefa êrişên domdar.
Bi ser de jî, serokê Amerîkayê Trump ji niştecîyên Tehranê daxwaz kir terka bajêr bikin.
Ev jî bû sebeb bi milyonan welatîyên li Tehranê bidin ser rêyên koçberîyê.
Ev du roj in, ji Tehranê ber bi derve karwanên dirêj ên wesayîtan bi kîlomêtroyan dirêj dibin.
Tehranê bi nifûsa xwe ya 10 milyonî bajarê herî mezin ê Îranê ye.
Planeke rejîmê ya ji bo valakirin an parastina niştecîyên bajêr tune ye.
Ligel vê, niştecî nikarin ji bankeyan pere bikişînin, ji bo otomobîlan bi hêsanî petrol nayê peydekirin û gelek kes ne xwedî wesayîtekê ne ku terka bajêr bikin.
Amerîka û Îsraîl li bendê ne, ji ber vê krîzê civak gav bi gav serî li hemberê rejîma Îranê hilde.
Infowelat
——————————————————–
Foto: Dîmenek ji bakurê Tehranê