Donald Trump cara duyemîn rastî hewldaneke êrişeke çekdarî hat.
FBIyê ragihand, êrişkarekî li Floridayê bi tifingeke otomatîk çend gule berdane Trump.
Êriş negihîşt encamê û kurtedemek bi şûn ve êrişkar hat girtin.
Donald Trump cara duyemîn ji hewldaneke kuştinê rizgar bû.
Îstixbarata navxweyî ya Amerîkayê FBIyê derbarê êrişê de agahî parve kirin.
FBIyê ragihand, êrişkarekî li Floridayê bi tifingeke otomatîk çend gule berdane Trump.
Bûyer dema Trump li havîngeha xwe ya li Floridayê bi golfê lîstîye pêk hatîye.
Êriş negihîştîye tu encamê û kurtedemek bi şûn ve êrişkar hatîye girtin.
Medyaya amerîkî di weşanên xwe de ragihandin, Ryan Wesley Routhê 58 salî êrişê pêk anîye.
Hesabên medyaya civakî yên êrişkar nîşan dide, ew destekê dide şerê Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê.
Trump di 13yû tîrmehê de li Pennsylvaniayê rastî êrişeke çekdarî hatibû.
Trump ji vê êrişê bi silametî rizgar bûbû û êrişkar hatibû kuştin.
Piştî êrişê hatibû ragihandin, êriş wê di hilbijartinên serokatîyê yên Amerîkayê de bi kêrî Trump were.
Trump di hilbijartinên serokatîyê de namzetê Partîya Komarger e.
Hilbijartin wê di 5ê çirîya paşîn (mijdar) de bên lidarxistin.
——————————————–
Foto: Donald Trump/Medyaya civakî
Infowelat