Almanya dest bi kontrola sînoran kir

Almanya wê sînorên bi 9 welatan re kontrol bike.

Sînorên nû yên wê nuqteyên kontrolê bên danîn ev in: Fransa, Belçîka, Denmark û Holanda.

Berî niha Almanya li ser sînorên xwe yên bi Awusturya, Komara Çek, Polonya û Swîsreyê nuqteyên kontrolê ava kiribûn.

Hikumeta alman ragihandibû, ji îro pê ve wê sînorên bi Fransa, Belçîka, Denmark û Holandayê jî kontrol bike.

Kontrolên li ser sînorên bi 9 welatan re wê demkî be.

Biryara kontrola bi siyaseta hundir a Almanyayê re eleqeder e.

Di dawîya meha tebaxê de, 3 kes ji alîyê penaxwazekî li festîwala Solingenê hatibû kuştin.

Li alîyekî din, partîya nîjadperest AfD di hibijartinên eyaletên Thuringen û Saksonyayê de bi ser ketibû.

AfD partîyeke li dijî penaberan e û hikumet dixwaze bi jidandina kontrola sînoran dixwaze pêşî li argumanên vê partîyê bigire.

Lêbelê biryara kontrolkirina sînoran rastî reaksîyonên Polonya û Yûnanistanê hatin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk got, vê vê biryarê “ne mimkûne ji alîyê Polonyayê bê qebûlkirin.”

Serokwezîrê Yûnanistanê Kîrîakos Mîtsotakîs jî got, “Almanya nikare yekalî Peymana Schengenê betal bike.”

Almanya tevlî Denmarkê di 2023an de li ser hin sînorên xwe nuqteyên kontrolê danîbûn.

Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê li ser vê mijarê civîyabû û biryar dabû, “tu bingeheke hiqûqî tune ye ku Almanya û Denmark û welatên din ên Schengenê hatûçûna li ser sînoran kontrol bikin.”

Hejmara penaxwazên kaçax ên di 2023an de bi rêya sînorên bejahî çûne Almanyayê/Ofîsa Sûcan a Almanyayê

Çi ye Peymana Schengenê?

Peymana Schengenê di 1995an de li Luxemburgê hat îmzekirin.

26 welatên vê peymanê îmze kirin, dawî li kontrola sînoran a di navbera xwe de anîn.

Di nava demê de hejmara welatên tevlî herêma Schengenê bûn bû 29.

Welatên endam ên vê peymanê ev in:

Almanya, Awusturya, Belçîka, Komara Çek, Denmark, Estonya, Fînland, Fransa, Holanda, Hûngarya, Island, Îspanya, Îtalya, Kroatya, Latviya, Liechtenstein, Lîtwanya, Luxembourg, Malta, Norwêc, Polonya, Portûgal, Slovakya, Slovenya, Swêd û Swîsre.

——————————-

Foto: Nuqteyeke kontrolê ya polêsên alman ya li ser sînorekî/Medyaya civakî

Infowelat

Şeş welat Peymana Schengenê îhlal dikin

Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Fribourgê

Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî …