Tirkîye li başûr bi ser neket

Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan got, dewleta tirk di şerê di 9 salên dawî de negihîştîye armanca xwe.

Karayilan sebeba bi serfirazî parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê, sîstema nû ya gerîla, gavên taktîkî û fedayîbûnê nîşan da.

Fermandarê kurd Murat Karayilan derbarê şerê Tirkiye-HPGê de agahîyên giring dan rojnameya Ozgur Polîtîkayê.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, dewleta tirk di şerê di 9 salên dawî de negihîştîye armanca xwe.

Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi beşa kurmancî re derbarê karaktera rejîma tirk de wiha axivî:

“Desthilatdariya ku ji bo pêkanîna ‘Pîlana Çokdanînê’ ya Cotmeha 2014’an hatibû amadekirin, di sala 2015’an de zemînê wê hate ava kirin, di esasê xwe de piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an de bi rengekî kontrol bi senaryoya darbeyê derkete pêş, rengê xwe girt û heta roja me berdewam dike, desthilatdariyeke normal nîne.”

Fermandarê kurd got, dewleta tirk îdeolojîya Îttîhat Terakkîyê pejirandîye.

Karayilan bi can gotinan qala armancên şer ên Tirkîyeyê kirin:

Armancên Tirkîyeyê

“Armanca xwe ya şênber li bakurê Kurdistanê PKK’ê bi bin bixe û tine bike, hemû navendên fermandariyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya PKK’ê belav bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê jiholê rabike, cihên weke Şengal û Mexmûrê tasfiye bike, Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî tasfiye bike û wan deveran dagir bike.”

Karayilan derbarê detayên şer de ku di 4 salên dawî de li Başûr pêk hatine van agahîyên giring dan:

“Herçiqasî rayedarên dewleta Tirk behsa ‘herêma Tampon’ a 30-40 km’yan bikin jî, esas armancên wan ên sereke, Qendîl jî di nav de, hêzên me yên li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê tine bikin, wan deveran dagir bikin û pişt re sînorên Misak-i Mîllî bikin bin kontrola xwe. Bi 40 km’yan behsa Garê dikin. Hîn jî tiştekî wiha tine ye. Vê gavê artêşa Tirk li Heftanînê ji sînor nêzî 8 km’yan ketiye hundirê sînor. Herwiha li Metîna dixwaza qadeke bi qasî 20 km’yan dagir bike, li di rewşa heyî de şer li wir berdewam e û hîn negîhîştiye armanca xwe. Li rojavayê Zapê şer û berxwedaneke mezin heye. Li rojhilatê Zapê jî, xeta heta digîhê Kurejaro dagir kirine. Mesafeya vir heta sînor bi qasî 20 km’yan e. Li Xakurkê jî qadên dagirkeriyê bi parçe ye. Baskek hatiye hundir. Heta qada Lêlîkanê dagirkeriya dewleta Tirk heye, lê li heman qadê gerîla jî heye. Mesafeya pêşve hatina dewleta Tirk biqasî 20 km’yan e. Qada Xinereyê jî nekarîn dagir bikin. Îsal qedemeyekê pêş de hatin, lê Xinêre hîn jî di bin kontrola gerîla de ye. Ger gotina wan a girtina kilîdê li hin deveran 8 km, li hin deveran 20 km’yan be, li van hersê cihan jî, şer dewam dike. Ango li Metîna, rojavayê Zapê û xeta Xinêre-Xakurkê gerîla hene. Temamkirina çemberê, girtina kilîdê pêk nehatiye.”

Sîstema gerîla

Karayilan li ser guherînên di gerîla de pêk hatine jî agahîyan dan.

Fermandarê kurd got, gerîla ji bo bikari be di ber xwe bide ji “sîstema tabûr, yekîne û taximan” derbasî “sîstema tîman” bûye.

Karayilan sebeba bi serfirazî parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê, sîstema nû ya gerîla, gavên taktîkî û fedayîbûnê nîşan da.

———-‐———————————-

Foto: Murat Karayilan/X.com

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya wê Eurofighter bifiroşe Tirkîyeyê?

Gelo Almanya dixwaze bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re wekî berê bidomîne? Hikumeta alman ragihand, …