Ocalan: Ez dikarim şîdetê bi dawî bikim

Lîderê PKKê Abdulah Ocalan piştî tecrîda 43 mehan, bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.

Ocalan got, “ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev proseya şer û şîdetê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”

Abdulah Ocalan piştî tecrîda 43 mehan, bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina duh di navbera Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan de pêk hat.

Omer Ocalan xebera hevdîtinê di hesabê xwe yê Xê de bi van gotinan ragihand:

“Min di 23yê çirîya pêşîn (cotmeh) de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxandin û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî: Eger şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev proseya şer û şîdetê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”

Lîderê PKKê Ocalan ji sala 2020an û vir ve di bin tecrîdeke giran de dihat girtin û destûra hevdîtina bi wî re nedihat dayîn.

PKKê ji bo tecrîd bê bidawîkirin û Ocalan bê berdan bi salane li bakurê Kurdistanê û li cîhanê kampanyayan dimeşandin.

Kampanyaya li Ewrûpayê

Tevî ku DEM Partîyê bi KCKê re paralel herdem vê meseleyê kir rojeva xwe ya yekemîn jî, kampanya herî zêde li Ewrûpayê berfireh bû.

Di serî de sendîkayên brîtanî, hin sendîkayên li Katalonya,  Welatên Bask û Galîsyayê di demên dawî de destekê dan kampanyayê.

Bi taybetî, Îtalya bû welateke giring a ji bo kampanyayê.

Gelek bajarên li Îtalyayê bi biryarên beledîyeyan payeya welatîbûnê Dan Ocalan.

Herwiha, bi pêşengîya KCDK-Eyê û enternasyonalîstan li Ewrûpayê gelek çalakî û bernameyên ji bo Ocalan hatin lidarxistin.

—————————————–

Foto: Abdulah Ocalan/ Medyaya Sosyal

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …