Şandeya Îmralîyê ji bo çapemenîyê daxuyanîyeke kurt da.
Hat destnîşankirin, “îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome.”
Prosesa aştîyê ya ku Îmralî navenda wê ye derbasî qonaxe din bû.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Partiyê di 7ê tîrmehê de bi Serokomarê Tirkîyeyê Tayyîp Erdogan re hevdîtinê kirin.
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di hevdîtinê de DEM Partîyê temsîl kirin.
Rêveberê Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalın û Serokwekîlê Giştî yê AKPê Efkan Ala beşdarî civîna li Koşka Serokomarîyê ya li Beştepeyê bûn.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, saetekê dom kir.
Rêveberê Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalın û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Şandeya Îmralîyê paşê ji bo çapemenîyê vê daxuyanîya kurt da:
Daxuyaniya ji alîyê Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê parve kirî wiha ye:
“Kedkarên çapemeniyê yên hêja;
Endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Şandeya me, nêrîn û pêşniyazên xwe yên têkildarî qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûn ve wê bên kirin, parve kir. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome.”
Infowelat
——————————————–
Foto: Hevdîtina Şandeya Îmralîyê û rêveberên dewleta tirk