Spanya mafê biryardayina şaredariyê qebûl nekir

Hikumeta Spanyayê daxwaza şaredariya Kuartongayê ya ji bo lidarxistina dengdayina di warê biryardayina frackingê de red kir. Hikumetê di diyarkirina sebebên ji bo biryara xwe de got ku mijara frackingê dikeve nava besatiyên wê û mafê welatiyan tune ye di vî warî de biryarê bidin.

Hikumeta Mariano Rajoy a muhafazakar, li ser daxwaznameya Şaredariya Kuartongaya li herêma Baskê ya di warê teknîka derxistina gazê de red kir. Şaredariyê di daxwaznameya xwe de ji hikumetê daxwaz kiribû ku bi armanca derxistina gazê ji bin erdê, bila şîrketa SHESA’yê teknîka frackingê bi kar bîne an na, dixwaze li gund dengdayinekê li dar bixe.

Sebebên redkirinê ji aliyê hikumeta spanyol ve ji du aliyan ve hat eşkerekirin. Yekemîn, hat diyarkirin ku “ev ne mijareke şaredariyê ye” û duyemîn, “mijara enerjiyê bi tenê besatiyeke di destê dewletê de ye” û “berjewendiya gelemperî ye”

Bi vê biryarê, hikumeta Partiya Gel (PP) a rastgir xwest ku pêşiya însîyatîfên bi vî rengî ku îhtîmal heye ku li herêmên Kastilya-Leon, Kantabriya û La Riojayê dekevin holê, bigire. Hikumeta PP diyar kir ku biryara ji bo daxwaza şaredariya li Baskê, tesîrê li 270 şîrketên gazê yên neteweyî û navneteweyî yên ku ji bo derxistina gazê serî li hikumeta Spanyayê dane, dike.

Di mehên dawî de li 30 şaredariyên li Alavayê, 24 şaredariyên li Burgosê ku girêdayî Kastilya-Leonê ye û li 22 şaredariyên li herêma Kantabriyayê pêşniyazên li hember frackingê hatibûn pêşkêşkirin an şaredarî bi awayekî fermî li hember frackingê helwest girtibûn. Dîsa, li seranserê Spanyayê bi dehan xwepêşandan li hemberê vê teknîka bi xetere ya derxistina gazê hatibûn kirin.

Bi teknîka frackingê, gaza di bin axê de bi lûleyan ber bi jor ve tê kişandin. Mixavin bi vî awayî xisareke mezin li sekna avê ya di bin axê de tê kirin û îhtîmala pêkhatina erdhejê zêde dibe. Bi vê biryarê, hikumeta spanyol nîşan dide ku çavkaniyên wekî gaz û petrolê ji avê, şênahiyê û hemû pêdiviyên din ên mirovan girîntir e.

Çavkanî:

www.cuartopoder.es

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …