Fatoş Demirtaş
Swîsre daxwaza hêsankirina şertûmercên mafên welatîbûnê red kir.
Hikumeta federal got, daxwaz erkên kantonan û prosedûrên federal ên welatîbûnê binpê dike.
Ji ber qanûnên giran ên welatîbûnê, ji % 27ê nifûsa Swîsreyê ne xwedî mafên polîtîk in.
Hikumeta Swîsreyê pêşnîyaza hêsankirina şertûmercên ji bo welatîbûnê red kir. Biryara li hember vê daxwazê ji alîyê Konseya Federal ve hat dayîn.
Konseyê di îzeha xwe ya ji bo biryarê de got, daxwaz erkên kantonan û prosedûrên federal ên welatîbûnê binpê dike.
Daxwaza derbarê hêsankirina prosedûrên welatîbûnê de ji alîyê Demokratie-Initiative (Însîyatifa Demokrasîyê) ve hatibû pêşkêşkirin.
Însîyatîfa dixwaze cudahîyên di navbera prosedûrên welatîbûnê yên di navbera kanton û beledîyeyan de ji holê bên rakirin.
Daxwazeke din di derbarê sînorê dema îkametê ya ji bo welatîbûnê ye.
Însîyatîf ji hikumetê dixwaze, kesên pênc sal li Swîsreyê bi rengekî legal mabin, bila bikaribin bibin welatî.
Li gorî însîyatîfê, heta astekê zanîna ziman û negirtibûna cezayekê divê têrî bidestxistina mafên welatîbûnê bike.
Mafên polîtîk ên ji % 27an

Philippe Dietschi ku endamê rêveberîya komeleya Aktion Vierviertel e, derbarê mijarê de ji Infowelat re axivî.
Dietschi got Konseya Federal şensê wekhevîya di mijara welatîbûnê de winda kirîye.
Parazvanê mafên welatîbûnê Dietschi wiha axivî:
“Konseya Federal nexwest bibîne ku li Swîsreyê kêmasîyeke mezin a demokrasîyê heye. Ji ber ku ji % 27ê nifûsa Swîsreyê ne xwedî mafên polîtîk in. Û Swîsre li Ewrûpayê xwedî qanûnên herî giran ên welatîbûnê ne.”
Philippe Dietschi da zanîn, têkoşîna ji bo însîyatîfa mafên welatîbûnê wê dom bike û ji bo vê qala nexşerîyekê kir.
Hêvîya parazvanên mafê welatîbûnê ev e, mijar di Parlamentoya Federal de bê nîqaşkirin.
Paşê, Konseya Neteweyî ê Konseya Kantonan wê di kanûna paşîn a 2026an de daxwaza Însîyatifa Demokrasîyê gotûbêj bike.
Di dawîya bê proseyê de jî, wê ji bo daxwaza însîyatîfê di asta federal de referandûmekê bê lidarxistin.

Şertûmercên welatîbûna Swîsreyê
Swîsre welatekî federale û şertûmercên wê yên ji bo welatîbûnê giran in.
Dewleta federal, kanton ê beledîye her yek ji wan xwedî erkên venasîna mafên welatîbûnê ne.
Di hiqûqa heyî de, ji bo welatîbûnê mirov divê herî kêm 10 sal li Swîsreyê bi rengekî legal jiyabin.
Kesên serî li welatîbûnê bidin xwedî mafê îkametê ya Cyê bin.
Yek ji krîtereke din a welatîbûnê entegrasyon û zanîna ziman e.
Kesê welatîbûna daxwaz dikin divê bi awayekî serfiraz entegreyî jiyana civakî ya vî welatî bibin
Zanîna zimanekî fermî yê welêt şertekî din a welatîbûnê ye.
Serîlêderên welatîbûnê divê almanî, fransî, îtalyanî an romanşî bizanibin.
Pîvana zanîna ziman a nivîskî di asta A2 de ye û zanîna devkî jî divê di asta B1ê de be.
Foto: Pasaporta Swîsreyê
Aktion Vierviertel: Bila Swîsre mercên welatîbûnê hêsan bike