Swîsre bernameya bi UNHCR’ê re rawestand

Fatoş Demirtaş

Hukumeta federal a Swîsreyê bi awayekî demkî bernameya ji bo penaberên pêdiviya wan bi parastina taybet heye rawestand.

Swîsre êdî mafê îkametê nade penaberên ku hewcedariya wan bi parastina taybet heye.

Wezîra Edaletê ya Swîsreyê Karin Keller-Sutter ragihand, hukumeta federal bi awayekî demkî bernameya ji bo van penaberan rawestandî ye.

Keller-Sutter diyar kir, wan ev biryar bi hinceta ku kapasîteya ji bo mazûvaniya penaberan tije bûye, girtine.

Wezîra Swîsreyî got, heman bername wê di biharê de ji nû ve bê nirxandin.

Ev biryar wê bandorê li derdora 1000 penaberên ji Afganistanê Sûriye, û Sûdanê bike.

Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM) jî di daxuyaniya xwe de ragihand, qonaxa ewil a piştî vê biryarê wê bandorê li derdora 1000 penaberan bike.

SEM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha biryara Swîsreyê parast:

“Ji havîna par û vir ve ji ber şer serlêdanên penaberiyê zêde bûne û pergala penaberiyê ketiye bin zextên giran. Bi taybetî di warê kapasîteya kampan û personel de pirsgirêk hene.”

Hevkariya bi UNHCR’yê re 

Çavkaniyên fermî nîşan didin, ji serê salê û vir ve ji 100,000’î zêdetir kes ji bo penaberiyê serî li Swîsreyê dane.

85,000  ji vê hejmara giştî ji penaberên ji Ukraynayê hatine pêk tê.

Swîsre berî niha ragihandibû ew ê di navbera salên 2022-23’an de mafê penaberiyê bide 1,820 penaberên ku pêdiviya wan bi parastina taybet heye.

Di çarçoveya vê bernameya bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re tê meşandin, heta meha qanûnê ji 600’î zêdetir penaber hatibûn Swîsreyê.

Rojnameya Le Temps di nûçeya xwe de ragihand, kesên pêdiviya wan bi parastinê heye bi giranî ji Afganistan, Sûriye û Sûdanê dihatin Swîsreyê.

Çavkaniyên fermî nîşan didin, ji serê salê û vir ve ji 100,000’î zêdetir kes ji bo penaberiyê serî li Swîsreyê dane.

85,000  ji vê hejmara giştî ji penaberên ji Ukraynayê hatine pêk tê.

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû …