Çapemenîya Kurd û heqîqet

Ronî RİHA

Dûrişmeya Çapemenîya Kurd ya herî girîng gotina “Li ser şopa heqîqetê” ye. Heqîqet çiye û çawa ye, ev mijarek kûr û dur e. Û her weha tiştekî felsefîk e. Lê ez bawerim ji bo Çapemeniya Kurd û rojnemevanên wê hewceye ne hewqas zor û zehmet be heqîqet. Tiştê herî pêwîst ev e ku heqîqeta li holê heye mirov berovacî neke û bi awayekî hêsan raberî gelê kurd bike.

Fermandarê hêza parastina gelê kurd Mûrad Karayilan di mînaka ew kurdê xwe-nenas û xwe-firoş yê dide pêşiya dagirkerên axa xwe û dibe nêçîrvanê zarokên qewmê xwe de, vê gotina balkêş bi kar tîne: “Kurdek ji bo eferimekê dikare 7 qantar gû bixwe”. Gelo ev gotina giranbuha ji bo qelemşorên kêmaqil, bernameçêkerên serxweş û rojnemevanên bê kok, bê bingeh û dîl girtiyên berjewendiyên xwe jî ne derbasdar e?

Berî niha çend meh berê dîsa di İnfowelat de li ser rewşa Çapemeniya Kurd min gotarek nivisandibû. Naverok û bingeha wê gotara min di derbarê kêmasî û pêşerojnexwendina Çapemeniya Kurd û şexsiyetên bêbingeh û qelemşorên kêmaqil de bû. Ev fikir û nerînên min yên rexnebar, yên di derheqê Çapemeniya Kurd de demek dûr û dirêje henin û bi kesên berpirsyar re jî tûnd û tûj min parve kirine.

Ev rexnê min, yên bû sedem ku mil nedim şaşiyan û xwe ji Çapemeniya Kurd çendakî bidim alî, îro ji hêla gelek kesan ve tên ziman û rexnekirin. Ji wanan jî yek endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan e. Fermandarê hêzên parastina gelê Kurd, di hevpeyvîna xwe ya Radyoya Dengê Gel de vê mijarê weha tîne ziman: “Artêşeke mezin a xwedî çekên bi teknolojiya pêşketî û modern, hatiye rawestandin û li dijî wê berxwedan tê raberkirin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Belê, em niha nikarin vê berxwedanê nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Hetta em nîşanî hemû Kurdistanê jî nadin. Belê, dibe hewldaneke çapemeniya azad heye; em rêz ji ked û hewldana wan re digirin. Hewldanên pir girîng raber dikin. Lê mixabin me nekariye vê berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re bikin mal.”

Berî vê hevpeyvîna fermandar Karayilan, 21ê gulanê her du hevserokên konseya rêveber a KCKê Cemil Bayik û Besê Xozat hevpeyvînek demwext dan Çapemeniya Kurd. Di van hevpeyvînan de her du serokan ji bo xwedî liderketina xwezaya Kurdistanê, ji bo çand û zimanê Kurdî bang li rêvebirên gelê Kurd û li malbatên Kurd kirin. Bi sedema qeyran, şer û pevçûnên li ser axa Kurdistanê diqewimin ev demek dirêje ji aliyê her du hevserokên KCKê ve, di vê mijarê de bangek hewqas girîng û bi hawakî lezgîn heta nûha nehatibû kirin. Lê mixabin Çapemeniya Kurd ev bang ji nedîtî ve dît û dernexist pêş. Ev hevpeyvîna bangek hewas girîng tê de, bi sernivîsa “Kaderini MHP’ye bağlamış” (Qedera xwe bi MHPê ve girêdaye) di “qaşo rojnameyên kurd” e derket. Û bêguman li kêlek vê sernivîsê jî wêneyê Mesût Berzanî mevcût bû.

Dûrişmeya Çapemenîya Kurd ya herî girîng gotina “Li ser şopa heqîqetê” ye. Heqîqet çiye û çawa ye, ev mijarek kûr û dur e. Û her weha tiştekî felsefîk e. Lê ez bawerim ji bo Çapemeniya Kurd û rojnemevanên wê hewceye ne hewqas zor û zehmet be heqîqet. Tiştê herî pêwîst ev e ku heqîqeta li holê heye mirov berovacî neke û bi awayekî hêsan raberî gelê kurd bike. Ew çapemenî û rojnemevanên ji hevpeyvîna rêzdar Cemil Bayik û besê Hozat vê sernivîsê derxin pêş ya ne li ser şopa heqîqetê ne, ya jî nikarin heqîqetê bixwînin. An jî tiştekî din…

Fermandarê hêzên parastina gelê kurd fermandar Karayilan di heman hevpeyvînê de ya dabû Radyoya Dengê Welat de bi van gotinan him bal kişand ser sansûra li hemberî wî ya ji hêla Çapemeniya Kurd ve pêk hatibû, û him jî balkişand ser şexsiyetek kurd ya şîrheram û xwenenas:

“Bawer im par bû, min hevokek bi kar anîbû, lê çapemeniyê ew hevok sansûr kir. Lê belê ev rastiyeke Kurdistanê ye: Niha dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi destê Kurdan têk bibe. Mirovekî ku li rewşa heyî binêre, dikare wêneya rastiyê ya ku çima gelê kurd hîn bindeste, bibîne. Çi karê te heye ku ji Çewlîkê derketiye hatiye Metîna şer dikî? Tu ne cerdevanê gundî? Di warê qanûnî de divê tu gundê xwe biparêzî. Tu li vir li çi digerî? Niha ji Sêrtê hat û mir. Çawa mir? Didin eniya pêş. Leşker bi xwe nikare were, wan di pêş de dişîne. Jixwe Kurd e. Ev peyva sansûrkirî çi bû? Min gotibû, “Kurdek ji bo eferimekê dikare 7 qantar gû bixwe” Yanî, eger dijmin ji Kurdekî re bibêje, “Bravo, tu ewqas jêhatî yî, ewqas wêrek î, ewqas bihêz î” û destê xwe li pişta wî bide, dikare berê wî kesî bide her hedefê. Ev rastiyek e. Ez dibêjim qey wan ev kes wisa germ kiriye; Gotine ‘Tu mirovekî ewqas jêhatî, wêrek î’ û li pişta wî dane; ew jî ket pêş û bi ser hevalan de hat. Bi vî awayî mir. Bi kurtasî divê wisa nekin.”

Fermandarê hêza parastina gelê kurd Mûrad Karayilan di mînaka ew kurdê xwe-nenas û xwe-firoş yê dide pêşiya dagirkerên axa xwe û dibe nêçîrvanê zarokên qewmê xwe de, vê gotina balkêş bi kar tîne: “Kurdek ji bo eferimekê dikare 7 qantar gû bixwe”. Gelo ev gotina giranbuha ji bo qelemşorên kêmaqil, bernameçêkerên serxweş û rojnemevanên bê kok, bê bingeh û dîl girtiyên berjewendiyên xwe jî ne derbasdar e?

 

 

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …