SOZDER Cejna Zimanê Kurdî bi çalakîyan pîroz kir

Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî “SOZDER” bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên balkêş li dar xistin.

Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî “SOZDER” bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên balkêş li dar xist. Armanca sereke ya van çalakiyan bilindkirina hişyariya zimanî û daxwaza statuya fermî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû.

Çalakiyên li bajaran

Di çarçoveya pîrozbahiyê de, SOZDER’ê pankart û belavokên bi sernivîsa “Statûya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û gotina nemir Celadet Elî Bedirxan, “An bi Kurdî Biaxivin an jî nebêjin em Kurdin in, 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!” amade kirin.

Van pankart û belavokan ji aliyê rêveber û endamên SOZDER’ê ve li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Qoser, Dêrik, Şemrex,Nisêbîn û her wiha li bajarên Batman, Riha, Edene û Stenbolê hatin belavkirin. Belavok bi taybetî li sûk, bazar û nav esnafan hatin parvekirin da ku hişmendiya zimanî di nav civakê de bê zêdekirin û zimanê Kurdî bêtir bikeve rojevê.

Pankarteke SOZDERê

Banga Hevserokên SOZDER’ê

Hevserokê SOZDER’ê, nivîskar Eyup Guven, di axaftineke xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û girîngiya parastina wê anî ziman. Guven got: “Zimanê me yê zikmakî, bi taybetî zaravayên Kurmancî û Zazakî, li Tirkiyeyê di bin xetereyeke mezin de ye.” Wî destnîşan kir ku gotina Celadet Elî Bedirxan ji bo wan bûye bingeh: “An bi Kurdî biaxivin an jî nebêjin em Kurdin!”

Hevseroka SOZDER’ê Gulîzar Seyhan jî bang li hemû Kurdan kir ku zimanê xwe di her qada jiyanê de bikar bînin û biparêzin. Wê her wiha diyar kir ku SOZDER ji roja damezrandina xwe ve xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk dimeşîne û wan wek rêveberî raportekê amade kiriye da ku hem endamên komeleyê hem jî raya giştî ji van xebatan agahdar bibe û pê re got. “Ev yek şefaftî û dilsoziya SOZDER’ê ya ji bo doza ziman nîşan dide. Em ê xebatên xwe yên zimanî di her warî de û di nava gel de bi gel re bimeşînin. Bi vê xebata me re ez bang raya giştî dikim ku teqez em bi zimanê xwe bidin û bistînin. Bila zimanê me bibe zimanê bazarê, zimanê dan û stendinê û zimanê siyasetê. Bi kurtasî zimanê jiyanê.”

Xebatên bênavber ji bo zimanê kurdî

SOZDER’ê ragihand ku ev çalakî ne tenê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de ne, lê ew ê her dem û di her şertî de ji bo parastin û geşkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin. Guven tekez kir: “Em ê zimanê Kurdî bigihînin nava hemû beşên civakê, ji ber ku ziman nasnameya me ye û parastina wê erka me hemûyan e.”

Çalakiyên ku ji aliyê endamên SOZDER’ê ve bi coşeke mezin di nav gel de tên meşandin û banga wan a ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî, bi awayekî berfireh deng vedide. Ev çalakî, ku armanca wan bilindkirina hişyariya li ser girîngiya zimanê Kurdî û teşwîqkirina bikaranîna wê ye, ji aliyê kesên ku ji zimanê Kurdî hez dikin ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û piştgirî didin van hewldanên wan.

Infowelat

——————————————

Foto: Xebatkarên SOZDERê dema lî Amedê belavokan belav dikin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …