Şanoya bi navê ‘Pergal’ bi qalîteya xwe ya hunerî û bi peyama xwe ya watedar, tevkariyeke girîng li jiyana çand û hunerê ya li Peyasê hat lîstin kir û di heman demê de bi ezmûneke ramanî coşek da temaşevanan.
Şanoya bi navê ‘Pergal’ ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve di çarçoveya pîrozbahiyên 15 ‘ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de hat lîstin, ji alî temaşevanan ve baleke mezin kişand ser xwe. Şano bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, her wiha Alîkarên Hevşaredaran, Encûmenên şaredariyê û gelek hemwelatî pêk hat.
Şano ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ve hat organîzekirin, li civakên ku demokrasî lê nîne bi zimanekî îronîk nerazîbûna gel a li hemberî desthilatdar û serdestan tîne ser dikê. ‘Pergal’ ji ber peyamên xwe yên xurt pesindayinên erênî ji temaşevanan girt û bi çepikan hate bi dawîkirin.
Di dawiya lîstikê de Alîkarê Hevşaredaran Yilmaz Guneş derketin ser dikê û spasiyên xwe pêşkêşî hemû lîstikvan û yekîneyên teknîkî yên beşdarî nîşandana şanoya ‘Pergal’ê bûn kir. Guneş di axaftina xwe de anî ziman ku Şaredariya Peyasê wê bê navber xebatên xwe yên çand û hunerî bidomîne û bal kişand ser girîngiya çalakiyên bi vî rengî di pêşketina civakan de çawa rol digire ser xwe.
Şanoya bi navê ‘Pergal’ bi qalîteya xwe ya hunerî û bi peyama xwe ya watedar, tevkariyeke girîng li jiyana çand û hunerê ya li Peyasê hat lîstin kir û di heman demê de bi ezmûneke ramanî coşek da temaşevanan.
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.