Şoreşa Vîetnamê 50 sal berê bi ser ket

Vîetnam 50 sal berê bû welatekî yekgirtî ya serbixwe.

Şerê dirêj ê Vîetnamê di 30ê nîsanê de bi serkeftina Vîetkongê bi dawî bû.

3 milyon kes ku 2 milyon ji wan sivîl bûn jîyana xwe ji dest dan.

Şerê Vîetnamê 50 sal berê bi serkeftina hêzên şoreşger bi dawî bû.

Hêzên Artêşa Gel a Vîetnamê ku wekî Vietkong dihatin pênasekirin, di 30ê nîsana 1975an de ketin bajarê Saygonê.

Saygon paytexta başûrê Vîetnamê bû parastina wê bi desteka Amerîkayê tê kirin.

Amerîka di roja têkçûnê û çend berîya wê 7,000 alîgirên xwe bi rêya hewayê ji Vîetnamê tehlîye kir.

Nêzîkî 1.5 milyon vîetnamîyên li dijî şoreşê terka welêt kirin.

Tê ragihandin, di navbera 200,000 û 400,000 kesên ji penaberan di rêyan de jîyana xwe ji dest dan.

Artêşa Amerîkayê du sal berîya serkeftinê neçar mabû ji Vîetnamê vekişe.

Tevî vê jî Washingtonê desteka leşkerî ya ji bo rejîma li başûrê welêt berdewam dikir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 1965an de tevlî şerê navxweyî yê li vî welatî bû û ligel hukumeta başûr ciyê xwe girt.

3 milyon kes mirin

Amerîka ji bo Vîetnama şoreşger têk bibe, di navbera 1965-1973’an de nêzîkî 3 milyon ton bombe û 19 milyon galon dermanên kîmyewî avêtin ser erdên vî welatî.

Loma jî şerê Şoreşa Vîetnamê yek ji şoreşeke herî bi xwîn a cîhanê ye.

Di şer de li derdora 3 milyon vîetnamî ku 2 milyon ji wan sivîl bûn, hatin kuştin.

Amerîka di şer de 58 hezar leşkerên winda kir û têkçûna li Vîetnamê bandoreke mezin a psikolojik û polîtîk li Amerîkayê kir.

Serkeftina Vîetkongê derî li yekitîya bakur û başûr a Vîetnamê vekir.

Vîetnam cara ewil di bin rêveberîya Ho Chi Minh de bû welatekî yekgirtî ya sosyalîst.

Infowelat

———————————————–

Foto: Komeke hêzên Vîetkongê yên ketin bajarê Saygonê

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …