Li gorî encamên ewil, Anze Logar bi xwediyê 34 ji % dengan û ket pêşiya reqîbê xwe.
Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 13’yê mijdarê de bê lidarxistin.
Li Slovenyayê ji bo hilbijartina serokomarê nû duh gel çû ser sindoqan.
Di tûra ewil a hilbijartinê de du namzetên sereke, wezîrê karên derve yê berê Anze Logar û parêzer Natasa Pirc Musar piraniya dengan bi dest xistin.
Li gorî encamên ewil, Anze Logar bi xwediyê 34 ji % dengan û ket pêşiya reqîbê xwe.
Herî Natasa Pirc Musar bû, wî incax dikarîbû 26.88’ê dengan bi dest bixe.
Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 13’yê mijdarê de bê lidarxistin.
Slovenya xwedî sîstemeke parlementer e û serokê welêt bi piranî xwedî pozîsyoneke sembolîk e.
Serok wekî fermandarê giştî yê artêşê tê qebûlkirin û ligel berpirsê bankeya navendî çend rêvebirên payebilind wezîfedar dike.
Kî ye Anze Logar?
Logar endamê Partiya Demokratîk a Slovenyayê (SDS) ye ku li dijî mafên penaberan helwestê digire. Ev partî di heman demê de ji polîtîkayên Yekitiya Ewrûpayê jî bi fikar e û li hember Brukselê serweriya Slovenyayê diparêze. Logar di salên 2020-2022’an de wekî Wezîrê Karên Derve şefê dîplomasiya Slovenyayê bû.