Sîyasetvanê Îtalyayê destekê da federalbûna Sûrîyeyê

Sîyasetvanê îtalyayî Alessandro Cillo Vignia got, ew hêvî dikin Sûriyeyê jî wekî Iraqê heye, desthilateke xurt a kurdan bê amadekirin.

Cillo Vignia da zanîn, damezrandina dewleteke federal a kurdan a ku ji aliyê kurdan ve bê birêvebirin, wê ji bo vê herêma ku îro di nava alozîyê de ye bibe sebeba aramîyê.

Mafên kurdên Rojavayê Kurdistanê di rojên dawî de dibe xaleke mayinde ya hin welatên Ewrûpayê.

Piştî Fransa, Almanya û Holandayê ji Îtalyayê jî xebera daxuyanîyekê hat.

Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewrûpayê ya Meclisa Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia got, ew hêvî dikin Sûriyeyê jî wekî Iraqê heye, desthilateke xurt a kurdan bê amadekirin.

Alessandro Cillo Vignia, derbarê vê meseleyê de ji medyaya başûrê Kurdistanê re axivî.

Cillo Vignia da zanîn, damezrandina dewleteke federal a kurdan a ku ji aliyê kurdan ve bê birêvebirin, wê ji bo vê herêma ku îro din ava alozîyê de ye bibe sebeba aramîyê.

Gelê kurd ê qehreman

Sîyasetvanê îtalyayî vê dîtîna xwe wiha îfade kir:

“Hem Ewrûpa hem jî Amerîka dizane ku gelê kurd ê qehreman ji bo welatên Rojavayê li hemberî celladên DAIŞê şer kir. Jin û mêrên di nav hêzên kurdan de li dijî celladên DAIŞê şer kirin. Welatên Rojava nikare vê yekê ji bîr bike.”

Alessandro Cillo Vignia wiha gotinên xwe domandin:

“Em çiqas dikarin bi vê rêveberiya nû ya Suriyeyê re diyalogê deynin? Em çiqas dikarin bi vê hikûmeta nû re têkilî deynin? Hemû tişt hîn di destpêkê de ne û ne zelal in. Ji perspektîfa welatên Rojavayê ve, pir girîng e ku Sûriye ber bi dewleteke federal ve biçe ku tê de herêmên cuda, miletên cuda û çandên cuda bên temsîlkirin. Helbet em bi taybetî li ser herêma Rojavayê Kurdistanê difikirin ku îro di nav sînorên Sûriyeya nû de ye.”

Infowelat

————————————————

Foto: Alessandro Cillo Vignia/Rojnews

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …