Ewrûpa û welatên ereb ji bo Sûrîyeyê cîvîyan

A. Rahman Çelîk

Li paytexa Erebistana Siûdî ji bo dîzayna nû ya Sûriyeyê civîn hat lidarxistin.

Welatên ereb, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê beşdarî civînê bûn.

Baerbock got, “di avakirina Sûrîyeyê de divû kurd jî hebin”

Welatên Ereb, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê bi rojeva jinûveavakirina Sûriyê û sistkirina tedbîran, li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîn li dar xistin.

Di qonaxa yekemîn de Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Sûriye, Qeter, Îmaratên Ereb, Urdun, Ûmman, Libnan û Bahreynê tevlî civînê bûn.

Paşê jî Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî û Nûnera Bilind A Dîplomasiya Yekîtiya Ewrûpayê û Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Îspanya beşdarê civînê bûn.

Baerbock: “Di avakirina Sûriyê de divê kurd jî hebin”

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li pêyî hêviya diyaloga siyasî ya adilane û pêvajoya jinûveavakirinê çê kiriye.

Annalena Baerbockê got: “Pêwîst e ku pêvajoya avakirinê bi destê Sûriyiyan bê meşandin û welatên beşdarî vê civînê bûne piştevaniyê bidin.

Wezîra Almanyayê destnîşan kir, êrîşkariya Tirkîyeyê ya li dijî Rojava pêwîste bê sekinandin.

Pê re jî got: “Di avakirina Sûriyê de divê kurd jî hebin.”

Baerbock di civînê de bi wezîrê tirk Fîdan re hevdîtinekê kir./Medyaya Cîvakî

Fîdan dîsa êriş kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan di civînê de dîsa dijminahîya mafên kurdan kir.

Fîdan di civîna li ser alîkariya însanî, darizandina sûcdaran û serdestkirina demokrasiyê ya li Sûriyê wiha got,  “Armanca me ya sereke ev e ku em yekîtî û yekparetiya Sûriyê pêk bînin.”

Tevî vê jî Fîdan xwest kurd di pêvajoya nû ya Sûriyê de cî negirin û QSD xwe fesih bike.

Erebistan desteka aborîyê dide

Erebistana Siûdî di civînê de ragihand, ew ê alîkarîya xwe ya ji bo Sûrîyeê berdewam bike.

Çend roj berê hikumeta Rîyadê bi rêya bejahî û hewayî alîkarîya xurek, tibî û pêdivîyên din ên lojîtîk şandibû Sûrîyeyê.

Sefîrê Erebistana Siûdî yê Sûrîyeyê Eymen Susan got, heta rewşa humanîter ya li Sûrîyeyê baş bibe wê welatê wî alîkarîya xwe bidomîne.

Infowelat

—————————————

Foto: Civîna Rîyadê/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …