“Hîzbulaha ku berê wekî komeke mîlîsên ji rêzê dihat nîşandan, niha wekî dewleteke di nava dewletê de tevdigere. Rêxistin xwedî 30,000 leşkerên mayinde, 150,000 roket, dron û moşekên pêşketî ne. Û Hîzbulah bi çend parlamenterên xwe yên di Parlamentoya Libnanê de parçeyeke jênager a dewleta Libnanê ye.”
Kuştina Hesen Nasralah qonaxa yekemîn a bidawîkirina Hîzbulahê ye?
Îsraîl dixwaze vê êrişê bike bingeha tunekirina vê réxistinê.
Gelo armanca Îsraîlê çiqas bi heqîqeta heyî ya li herêmê re li hev e?
Al-Monitora li ser Rojhilata Navîn weşanê dike, di vê mijarê de gotarekê weşand.
Nivîskarê gotarê Colin P.Clarke diyar dike, tunekirina Hîzbulahê ne karekî hêsane.
Nivîskar dide zanîn, di şerê 34 rojan ê 2006an de Hîzbulah lawaz bû lê tevî vê jî jinûve xwe ava kir.
Di gotarê de sebeba herî mezin a dombûna hêza Hîzbulahê alîkarîya fînansî û leşkerî ya Îranê tê nîşandan.
Hêza heyî ya rêxistinê di nivîsê de wiha cî digire:
“Parçeyeke hebûna sosyopolîtîk a Libnanê”
“Hîzbulaha ku berê wekî komeke mîlîsên ji rêzê dihat nîşandan, niha wekî dewleteke di nava dewletê de tevdigere. Rêxistin xwedî 30,000 leşkerên mayinde, 150,000 roket, dron û moşekên pêşketî ne. Û Hîzbulah bi çend parlamenterên xwe yên di Parlamentoya Libnanê de parçeyeke jênager a dewleta Libnanê ye.”
P.Clark diyar dike, bi xizmetên civakî, bernameyên perwerde û alîkarîya penaberan Hîzbulah “parçeyeke hebûna sosyopolîtîk a Libnanê ye.”

Gotar bi vê nêrîna balkêş bi dawî dibe:
“Artêşa Îsraîlê di axaftinên navxweyî de bi gotina ‘birîna giya’ qala pevçûnên xwe yên bi Hamasê re dikin. Ev tê wateya kontrolkirinê lê ne çareserkirina problemê. Meseleya Hîzbulahê jî wiha ye. Tevî êrişa bejahîyê ya Îsraîlê, rêxistin wê dîsa hebûna xwe dom bike û dikare dawîya dawî xurtir jî bibe.”
‐———————————–
Foto: Hêzên leşkerî yên Hîzbulahê/X.com
Infowelat