Şewata li Kurdistanê û siyaseta bêçare

Ronî RIHA

Tiştê ku mirov ecêbmayî dihêle  ev e: Dema vê şewatê dest pê kir, rêvebirên kurd yên gilî û gazin ji dewletê dikirin derketibûn holê, lê ew kesan heman gilî û gazin ji xwe re nedikirin!

Çawa dibe ku di şewatekê de 15 mirov û bi sedan heywan bişewitin? Mirov li hemberî vê bûyerê ecêbmayî dimîne!

Em behsa şewateke daristanên darên çamê nakin, em bahsa şewateke sivik ya pûş û pirêzeyan dikin. Yên nizanibin wê bibên qey navbera Çinar û Şemrex xeta Behra Spî ye û daristanek ku çav çavan nabîne ye.

Tiştê ku mirov ecêbmayî dihêle  ev e: Dema vê şewatê dest pê kir, rêvebirên kurd yên gilî û gazin ji dewletê dikirin derketibûn holê, lê ew kesan heman gilî û gazin ji xwe re nedikirin!

Tişta pê gilî û gazin ji dewletê dikirin ev bû; “Dewletê bi zanebûn agir berda ye,”. Ya din jî, “Dewlet nayê agir venamirîne!” digotin.

Ka em ji wan rêvebirên kurd yên gazin li dewletê dikirin bipirsin.

“Dewlet çi ye û kî ye?”

Temsîliyeta dewletê ya li bajarên mezin ji 2 saziyan pêk tê. Ji van yek walî ye, yê din jî şaredarî ye. Walî, dewletê temsîl dike û erkên sereke yên walîtiyê ewlekariya gel û pêkanîna qanûnên ku ji aliyê dewletê ve hatine ferzkirin e.

Şaredarî jî yekîneyeke îdarî ye ku bi saya avahiya xwe ya sazî û dezgehî xwedî maf e ku xwe bi qanûnên neteweyî yan herêmî birêve dibe. Şaredarî her cûre kar û xizmetên ku xwezaya hevpar a taxê ne, ku ji bo sazî û rêxistineke din a giştî ya ku bi qanûnê hatiye diyarkirin e, pêk tîne. Ji bo vê jî biryarên pêwîst digire, bi cih tîne û çavdêriya wan dike.

Şaredarî di serî de jîngeh û tenduristiya hawirdorê, binesaziya bajêr yên wekî av, îmar, veguhestin û kanalîzasyonê ava dike;  paqijkirin, agirkujî, zabita, alîkariya lezgîn, rizgarkirin û ambulans, karê defin û goristanan dike. Her wiha trafîka bajêr;  daristan, xanî;  çand û huner, tûrîzm û promosyonê, park û qadên şînahî;  ciwan û spor;  xizmetên civakî û alîkarî, perwerdehiya pîşeyî û jêhatîbûnê, û her weha xizmetên wekî zewac, pêşveçûna aboriyê û bazirganiyê peyda dike an jî pêşengtiyê jê re dike.

Şaredariyên Bajarê Mezin û şaredariyên ku nifûsa wan ji 50 hezarî zêdetir mafên wan yê ji bo zarok û jinan stargehan vekirinê jî heye.

Şaredariyên hewqas xwedî hêz çawa nikare agirekî ji pûş û pelaşan vemirîne?

Heger ev şaredariyên me nikarin birînek me derman bikin, wê demê me ji bo çi hilbijartin?

Ev pirsa li ser zimanê her kurdî li bersiva xwe digere!

———————————————

Foto: Dîmenek siyasetvanên kurd ên çûbûn herêma şewatê/X.com 

Infowelat

 

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

Sembola otonomîya katalan tê nîqaşkirin

Hikumeta Salvador Illa piştî nîqaşên li ser serdana Puigdemont a Katonyayê, pozîsyona şefê Mossos d’Esquadra …