Serxwebûna Kurdistanê di rojeva Kanadayê de ye

Careke din serxwebûna Kurdistanê dibe mijara germ a çapemeniya Kanada de ye  û li gorî axaftina berpirsên wî welatî jî, ji bo serxwebûna Kurdistanê tenê dem maye û kurd dê her bigihên serxwebûna xwe.

Rojnameya National Post a kanadî di raporekê de ragihand: “Partiya desthilatdar a Kanada ji berpirsên Herêma Kurdistanê re gotine ku ew niha ne ligel serxwebûna Kurdistanê ne, lê heman rojnameyê li ser zimanê çend pispor û berpirsan nivîsandiye ku bo serxwebûna Kurdistanê tenê dem maye û kurd dê her bigihên serxwebûna xwe. Herwiha Artêşa Kanada jî ragihandiye ku ewê berdewam bin li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge û alîkariya wan.”

Kanada şandina alîkariyên leşkerî bo Pêşmerge dinirxîne

Bi gotina berpirsên Partiya Lîberal a Kanadî ewê vê hefteyê şandina çekan ji Hêzên Pêşmerge re gotûbêj bikin, ji wan jî zêdekirina hejmara şêwirmendên leşkerî bo Herêma Kurdistanê û ew şêwirmend dê çekên sivik û navend ligel xwe bînin û radestî Pêşmerge bikin.

Beriya çend mehan, Serokwezîrê Kanada Cestin Trodyo ragihand: “Iraq li piştî DAIŞê tê rastî pirsgirêka axê bibe û dibe ku perçe bibe.”

Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve wek welatekî serbixwe ye

Rojnemeya National Post di raporekê de derbarê serxwebûna Kurdistanê de dibêje: “Gelê kurd ku hejmara wan zêdetirî 30 milyon kesî ye ji zû de armanca wan serbixwe ye û dixwazin dewleta wan hebe û niha Herêma Kurdistanê ji hemû aliyekî ve wek welatekî serbixwe ye û tenê ew yek maye ku dewleta xwe rabighîne. Herwiha navbera kurd û hêzên şîe yên ku Îran pişta wan digire, ne baş e.”

Tevî ku Berdevka Wezareta Derve ya Kanada Diyana Xedac ragihandiye ku Kanada ligel yekperçbûna axa Iraqê ye, lê berpirsên wî welatî dibêjin ragihandina wê helwêstê bo razîkirina berpirsên Bexdayê ye, ji ber ku Kanada ji zû de dizane ku Iraq dê perçe bibe.

Diyana Xedac duhî ragihand: “Biryara Hikûmeta Kanada bo zêdekirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge pêwîstiyeke û Kanada cîbicî dike, ji ber ku armanca wan lawazkirina DAIŞê ye. Em û Herêma Kurdistanê û Iraq di pêwendiyên berdewam de ne û haya wan ji pilana hikûmeta me heye. Herwiha emê berdewam bin li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge.”

Ew rojnameya kanadî dibêje: “Kanada û hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de pişta xwe bi Hêzên Pêşmerge girê nedin, ti bijardeyekî din ji wan re tune ye, ji ber ku Pêşmerge piştrast kiriye ku ew karin DAIŞê lawaz bikin û wê rêxistinê jinav bibin. Herwiha tenê kurdan karîn pêşdeçûnên DAIŞê bisekinînin.”

Rojnemeya National Post ragihand: “Serkirdeyên kurd jî bi biryarin li ser bidestanîna armanca xwe bi serxwebûnê û ew dibêjin: Ew deverên ku bi şer ketine destê me de, bi ti awayî nadin Bexdayê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran ew yek gotiye.”

Pispor di karûbarê Rojhilatê Navîn de di Zanîngeha Vatrlo, Besma Mumanî jî ragihand: “Berpirsên Kanada li hemberî serxwebûna Kurdistanê hestyar in, tevî ku perçebûna Iraqê wek rojê diyar e, lê Hikûmeta Kanada niha ti bijardeyekî din li pêşiya wê tune ku bêje. Ez piştrast im ku Kurdistan dê her bigihê serxwebûnê û emê piştevaniya wê jî bikin.”

Jêder: Basnews

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …