Wallström: Riya rast danûstandina bi kurdan re ye

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên Yekîtiya Ewrûpa dibe dixwaze Tirkî dest bi danûstandinan bike.

Duh di êrîşeke bombeyî li paytexta Tirkiyê Ankara de nêzîkê 40 kesî hatine kuştin û li gor rayedarên Tirkiyê derdorê 70 birîndarî heye.

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên YE dibe teqîn weke çalakiyeke terorî bi nav kir:

– Rewşeke tirsdar e ku careke din ewqas însan têne kuştin. Êrîşeke wiha terorî tirs û sehwê dixe dilê tevahiya welatekî.

Di civîna li Brukselê ya endamên YE de tê payin ku behsa rewşa li Tirkiyê jî were rojevê. Bi pêşveçûna xerab ya Tirkiyê re, dorpêç û şerê li ser bajarên kurd re pirsa bakurê Kurdistanê bûye mijareke germ ya siyaseta derve ya Swêdê jî.

Herî dawî şevê din Tirkî derketina li Nisêbîn û Geverê qedexe kir û piştî êrîşa li Enqerê jî balafirên şer yên Tirkiyê avêtine ciyên gerîlayên PKKê yên li başûrê Kurdistanê.

Li ser êrîşên hewayî yên Tirkiyê wezîra derve got:

– Mixabin ev demeke dirêj e em hereketên wiha dibînin. Tenê tişta em dikarin bikin ew e em banga aramiyê bikin û dest bi danûstandinên bi kurdan re were kirin. Riya rast ev e.

Jêder: Sverige Radio

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …