Aydinkaya: Sîyaseta kurd partîyeka Enqereyê ye

“Ê baş e, dema mirov hîç nikaribe qala demokrasîyê bike wê çawa be? Bersiv hêsane: Wê demê tiştên ku li Tirkiyeyê hat serê sîyaseta kurd wê pêk bihatana. Encam dîyar e, teorîya demokrasîya radîkal di rewşeke kolonyal de naxebite, ev ne mimkûn e.”

Nivîskar-lêkolînerê kurd Firat Aydinkaya di hevpeyvîneke xwe de got, “çîna navîn dest danî ser mafê axaftinê ya li ser navê kurdan.” Aydinkaya di hevpeyvîna xwe ya di kovara Dilopê de hat weşandin, di derbarê tevgera kurd, siyaseta legal a kurd a li Tirkiyeyê û sekna dawî ya gelê kurd de analîzên gelek balkêş kirin. Ev analîzên hêjayî nirxandinê di bin çend sernivîsan de dikarin bê komkirin. Ev rêbaz wê derfeta bi hêsanî famkirina vê hevpeyvîna dirêj ku mişt tije referansêmn îdeolojîk, felsefîk û edebî ne bide xwendevanên e-kovara Kurdistanê.

Krîza îdeolojîk

Aydinkaya di meseleya pêşketina têkoşîna kurd de gotina navdar a “di enîya Rojava de tu guherîn tune ye” bi kar anî û bal kişand ser “krîza îdeolojîk a postkolonyalîzmê” û “demokrasîya radîkal”. Aydinkaya got, “teorîya demokrasîya radîkal hîn li Swêdê û li parzemîna Ewrûpayê xwe îspat nekirîye,” û bi van gotinan rexne li polîtîkaya kurd kir:

“Ê baş e, dema mirov hîç nikaribe qala demokrasîyê bike wê çawa be? Bersiv hêsane: Wê demê tiştên ku li Tirkiyeyê hat serê sîyaseta kurd wê pêk bihatana. Encam dîyar e, teorîya demokrasîya radîkal di rewşeke kolonyal de naxebite, ev ne mimkûn e.”

Statuya Kurdistanê an postkolonyalîzm?

Lêkolînerê kurd qala guherîna îdeolojîk a tevgera kurd kir û bi van gotinan dûrketina ji statuya ji bo Kurdistanê kir:

“Berîya gelê kurd bibe xwedî statu ketina wê ya nava seheya postkolonyalîzmê, di demeke zû de pêlkirina bişkoka neteweya demokratîk wê gelê kurd û daxwazên wê di nava bexçeyê gelên xwedî dewlet de veguherandina kulîlkeke bê xwedî. Yek ji sebebê vê xitimandina îdeolojîk ev e ku sîyaseta kurd bêyî Ocalan naxwaze hilberîna îdeolojîk bike. Îzolasyona mûtleq a Ocalan sîyaseta kurd mehkûmî vê rewşa tarî kir ku rengê xeta îdeolojîk xera kir û afirînerîya wê bi dawî kir.

Hilbijartina efendîyekî

Aydinkaya sîyaseta di dema hilbijartina di 31ê adarê de hat şopandin, bi gotinên, “hilbijartina yek ji efendîyan,” pênase kir û wiha axivî:

“Sîyasetek ku ne xwedî utopyaya şoreşê be, vediguhere sîyaseteke burokrasîyê. Jixwe hûn dizanin, sebeba hebûna burokrasîyê îtaeta ji efendîyekê re ye û efendî tune be jî afirandina efendî ye.”

Aydinkaya bi van gotinan jî bal kişand encameke din a vê polîtîkayê:

“Demeke dirêj e polîtîkaya sîyaseta kurd dimeşîne di lehê sîstemê de dixebite. Yanî, siyaseta parlamentoyê jî, siyaseta xwecîhî jî wezîfeya ku kurdan tevlî nava sîstemê bike, pêk tîne.”

Kurd pirsan dikin

Nivîskar-lêkolînerê kurd derbarê sekna gel de jî analîzeke balkêş kir û got, “qet nebe zindîbûna gel, hişmendîya hayjixwebûnê û perspektîfa wê ya antî-kolonyal gelekî li pêşîya partîya wê ye.” Aydinkaya derbarê vê mijarê de wiha dirêjahî da gotinên xwe:

“Civaka tirk li hemberê demokrasîya plûrale ku dikare zirarê bide sîstema heyî derî girtîye. Her çar xalên destûra bingehîn li wir bihêlin, hîn naxwazin guherîna xala 66. a destûra bingehîn a derbeya leşkerî qebûl bikin. Weada Tirkiyeya bêtir demokratîk ku di van şert û mercan de pêşnîyazê gelê kurd tê kirin, êdî bala gelê kurd nakişîne. Ji ber ku balê nakişîne, di nava civaka kurd de meyleke cidî ya lêpirsînê û guherînê heye.”

Çapemenîya kurd

Di hevpeyvînê de Aydinkaya rexneyên giran li çapemenîya kurd dike û bi van gotinan qala berxwedana wê ya li hemberî guherînê dike:

“Mixabin ne siyaseta kurd û ne jî çapemenîya kurd hîn jî nikarin bi guherînê re li hev bin; heta li hember wê di berxwe didin. Wisa xuya ye ku ruhê antî-kolonyal ê gelê kurd sîyaset û çapamenîya kurd dorpêç kîrîye. Ev tiştekî baş e. Helbet tiştekî enteresan e ku çapemenîya kurd ji sîyaseta kurd zêdetir li hemberî vê dorpêçê di berxwe dide. Bi taybetî, rewşa perîyoda weşanê ya çapemenîya kurd a li Tirkîyeyê carcaran dikeve rewşeke ecêb. Carinan çapemenî dişibe bultenekê ku hin pîregurên sîyasetê rojeva xwe datînin pêşîya gelê kurd.”

Çîna navîn, şaredarî û rant

Di hevpeyvînê de yek ji nuqteya herî giring, li ser tesbîtên derbarê taybetîya çînî ya siyaseta kurd de ye ku Aydinkaya dibêje “karaktera çîna navîn a sîyaseta kurd di dema dîyarkirina namzetan de, di sîyaseta parlamentoyê de û di profîlên namzetan de derdikeve holê.” Aydinkaya bi van gotinan jî siyaseta li şaredarîyan tê meşandin rexne dike:

“Ekonomî-polîtîka xebatên şaredarîyê yên kurd heye? Mixabin siyaseta kurd ji xanîyên xizanan derbasî odeyên luks ên otêlan bû. Feuerbach gotibû ‘Mirov li holikê bi awayekî lê li qesrê bi awayekî din difikire.’ Ma ev şaş e? Ma em nepirsin pereyê ku li cîhana organîk a partîyê digere, kê zengîn kirine, ji rantên îmarê, ji lîsteyên îhaleyê û polîtîkayên çînî yên şaredarîyên kurd kî zengîn bûne? Ma hûn dibêjin bandora vê sosyolojîya çînî li ser diyarkirina kadroyan û tercîhên polîtîk tune ye?”

Îltîhaqa yekalî

Firat Aydinkaya di dawîya hevpeyvînê de qala dijwarîyên li hember siyaseta kurd a dema rejîma Tirkiyeyê ya niha dike û bi van hevokan rexneyeke giran li wê dike:

“Di dema rejîma parlamenter de sîyaseta kurd dikarîbû otonomîya xwe biparastana lê di dema vê rejîma jinûve hatîye avakirin de li derveyî sîstemê mane û hebûna otonom pir ne hêsan e. Ocalan ji bo derketina ji vê rewşê rêya sêyemîn pêşnîyaz kiribû. Lê qasî ku ez dibînim kesên biryarên sîyaseta kurd didin di vê mijarê de ne qayil in. Qet nebe di vê meseleyê de xwe giran dikin.”

“Li metropolan, di çend hilbijartinên dawî de tevlîbûna nava sîyaseta Kemalîst an jî siyaseta îltîhaqê wekî tercîheke mirinê ya sîyaseta kurd derdikeve pêş.”

“Wekî encam, siyaseta kurd di çend hilbijartinên dawî de di dewsa azadî, statu û wekhevîya kurdan de, polîtîkaya zêdetir tevlîbûna nava sîyaseta navendî heta ji vê bêtir îltihaqa yekalî diparêze. Sîyaseta kurd di rewşa îro de hema hema bi hemû hebûna xwe partîyeke Enqerê ye.”

————————————-

Foto: Firat Aydinkaya/Dilop

Nivîs ji hejmara 7. a e-kovara Kurdistanê hatîye girtin.

Infowelat

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …