7ê îlona 1901an Çînê bi hêzên biyanî re Protokola Boxer îmze kir.
Bi vê peymanê dewletên bîyanî pêşîya serxwebûnê Çînê girtin.
7ê îlonê roja salvegera Protokola Boxer e ku serhildana li Çînê bi dawî kir.
Ewrûpîyên li Çînê navê “Boxer” li serhildêran kiribûn ku piranî ji gundîyan pêk dihat.
Sebeba vê pênaseyê ev bû, serhildêr “box” û hin sporên din ên parastinê hîn dibûn.
Armanca vê tevgera li bakurê Çînê serxwebûna welêt û jiholêrakirina rêveberîya feodal bû.
Di dawîya sedsala 19. de hêzên derve di meseleyên navxweyî yên Çînê de bûbûn xwedî gotin.
Loma jî serhildêr raste rast berê xwe dabûn hêzên leşkerî, aborî û mîsyonerên xrîstîyan yên li welêt.
Serhildana Boxer di demeke kurt de li bakurê Çînê belav bû û gelek dever ketin destên serhildêran.
Hukumeta navendî ya Çînê jî ji ber nakokîyên xwe yên bi ewrûpîyan re destekê da serhildanê.
Lêbelê nûnerê hukumetê yê li herêma Çemê Yangtzeyê pişta ewrûpîyan girt.
Ev jî bû sebebeke esasî li hemberê pêkhatina yekîtîya neteweyî.
5 welatên ewrûpî (Brîtanya, Fransa, Awusturya-Hûngarya, Rûsya, Îtalya), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Japonya ji bo tepisandina serhildanê hevkarîya hev kirin.
8 dewlet bûn yek
Dewletên navborî ji bo têkbirina serhildanê 19,000 leşker şandin Çînê.
Hêzên bîyanî ketin paytexta welêt Pekînê û bajêr talan kirin.
Di şerên dijwar de gelek serhildêr hatin kuştin û hejmareke zêde serhildêrên dîl hatin girtin hatin înfazkirin.
Rêveberîya feodal a Çînê têkçûnê qebûl kir û di 7ê îlona 1901an de Protokola Boxer îmze kir.
——————————————
Foto: Hêzên heşt dewletên biyanî ji bo têkbirina serhildana li Çînê bûn yek. /Wikipedia
Infowelat