Putin: Ûkrayna êrişî Pira Kirimê kir

Moskow derbarê sebebên teqînê de daxuyaniyek fermî da

Putin bûyerê wekî êrîşeke terorîstî bi nav kir û Ûkraynayê tometbar kir

Piştî teqîna mezin a li pira Kerçê ya li Kirimê, Kremlîn daxuyaniya xwe ya fermî da.

Putin di daxuyaniya xwe de agahiyên tîma vekolînê jê re şandibû pêşkêşî raya giştî kir.

Lîderê Rûsyayê got, “ wekî rapora tîmê jî eşkere dike, êriş bûyereke terorê ye.”

Putin wiha axivî:

Hemû agahiyên ji vekolîna destpêkê nîşan didin, bê şik û guman êrişên terorî ji aliyê serwîsên taybet ên Ûkraynayê ve hatine kirin.

Putin got, Ûkrayna dixwaze bi van êrişan binesaziya krîtîk a Federasyona Rûsyayê hilweşîne.

Di 7’ê cotmehê de li ser Pira Kirimê di qemyonekê de teqîneke mezin pêk hatibû û ji ber vê, beşeke pirê hilweşiya bû.

Pira Kerçê

Di 7’ê cotmehê de li ser Pira Kirimê di qemyonekê de teqîneke mezin pêk hatibû û ji ber vê, beşeke pirê hilweşiya bû.

Ciyê Pira Kerçê. Ev pir 19 km dirêj e û tekane cî ye ku Rûsya û Kirimê bi hev girê dide.

Di teqînê de zirar gihîştibû riya hesinî jî û lewma sefera trênan a di ser pirê re hatibû sekinandin.

Pira Kerçî ya li Kirimê, bi dirêjahiya xwe ya 19 kîlomêtroyî tekane riya bejahiyê ye ku herêmê bi Rûsyayê ve girê dide.

Lewma jî teqîna li pirê wekî derbeyeke mezin a li dijî îstikrara Kirimê û sewqiyata lojîstîk a ji bo herêmê tê qebûlkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …