Di Roja Hêza Deryayî de Rûsya şoveke din a leşkerî kir
Pûtîn got, keştiyên şer ên Rûsyayê wê êdî fuzeyên hîpersonîk bi kar bînin
Di heman rojê de Ûkraynayê êriş bir ser navenda hêzên deryayî ya Derya Reş a li Sîwastopolê
Duh salvegera roja hêzên deryayî ya Federasyona Rûsyayê bû.

Bi boneya rojê, li navenda herî mezin a stolaya Rûs Saint Petersburgê merasîmeke mezin hate lidarxistin.
Di bernameyê de keştiyên cûrbecûr ên Rûs tevlî sîstemên çekan li bajêr xwe nîşan dan.
Di merasîmê de wekî salên borî, îsal jî serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn axaftinekê kir.
Putîn di destpêka axaftina xwe de behsa hêza leşkerî ya Rûsyayê kir û derbarê xurtkirina hêzên deryayî de hin agahî dan.
Fuzeyên supersonîk Zirkon
Pûtîn got, wê demeke kurt de fuzeyên zîrkon li keştîcengên Rûsyayê de bên bicîkirin.
Ev fuzeyên hîpersonîk di şer de li dijî her cure keştiyan bi serfirazî dikare bê bikaranîn.
Pûtîn di axaftina xwe de li ser Doktrîna Deryayî ya Rûsyayê jî axivî û diyar kir, di çarçoveya vê de wê Rûsya ji Deryaya Baltikê heta Okyanûsa Pasîfîkê hemû deryayên li dora xwe biparêze.
Hêjayî gotinû ye, Doktrîna Deryayî ya Federasyona Rûsyayê di roja merasîmê de ji aliyê Pûtîn ve hat îmze kirin.
Sîwastopol rastî êrişê hat

Lê belê beriya vê şova leşkerî, li herêma Kirimê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû îlhaqkirin, êrişeke Ûkraynayê pêk hat.
Di vê êrişa ji nişkave, keştî û avahiyên leşkerî yên stolaya Derya Reş a li Sîwastopolê bûn hedefa bombebarana hewayî.
Daxuyaniya ewilî ya derbarê vê bûyerê de ji aliyê waliyê Kirimê Mîkhail Razvozzhayev ve dayîn.
Razvozzhayev got, êriş di berbangê de ji aliyê dronên çekbarkirî ve hatiye kirin.
Razvozzhayev ragihand, di êrişê de 5 kes birîndar bûne û zirara madî pêk hatiye.
Piştî êrişa hewayî, pîrozbahiyên roja hêzên deryayî ya Rûsyayê li Sîwastopolê hate betalkirin.