Fatoş Demirtaş
Partîyên di Parlamentoya Almanyayê Bundestagê de di meseleya penaberan de nêzîkî rasta radîkal dibin.
Pêşnîyazbiryarake tê de tedbîrên jidyayî yên li dijî penaberan hebû, bi dengên partîyên rastgir û AfDê hat qebûlkirin.
Meseleya penaberan di demên dawî de polîtîkaya Almanyayê serûbin dike.
Tirsa ji xurtbûna partîya nîjadperest AfDê sekna partîyên din diguherîne.
Partîyên di Bundestagê de ji pergala Almanyayê paş ve gav davêjin û di meseleya penaberan de nêzîkî rasta radîkal dibin.
Parlamentoya Almanyaya Bundestagê duh bi biryareke nîqaşbar a li dijî penaberan ket rojevê.
Pêşnîyazbiryarake Yekitîya Xrîstîyanên Demokrat û bloqa Xrîstîyan a Yekitîya Başûr (CSD/CSU) di parlamentoyê de hat qebûlkirin.
Tedbîrên şidyayî
Pêşnîyazbiryar bi dengên partîyên rastgir û AfDê 348 deng ji parlamenteran girt.
348 parlamenter jî li dijî vê belgeye dengên xwe bi kar anîn, destekê da vê biryarê.
Di belgeyê de bang li hikumetê tê kirin li hemberê koçberîyê tedbîran bigire.
Bang li hikumetê tê kirin, bikaribe penaberan ji sînorên Almanyayê vegerîne.
Herwiha, ji hikumetê tê daxwazkirin, kesên ku serîlêdana wan a penaxwazîyê hatine redkirin bên girtin.
Dorpêça AfDê hilweşîya
Encama herî giring a belgeye jiholêrakirina dorpêça polîtîk a li dora AfDê ye.
Ji ber sekna wê ya rasîst û li dij pergala Almanyayê, partîyên di Bundestagê de bi ti awayî bi AfDê re hevkarîyê nakin.
Loma jî seroka AfDê Alice Weidel dengdana di parlamentoyê de “rojeke dîrokî ya ji bo Almanyayê” pênase kir.
Bûyera wekî sebeba geşedana dawî ya polîtîk tê destnîşankirin, êrişa li Aschaffenburgê ye.
Mirovekî ji Afganistanê ku daxwaza wî ya penaxwazîyê hatibû redkirin, li vî bajarî sê kesan kuştibû û heşt kesan birîndar kiribû.
————————————
Foto: Parlamentoya Almanya Bundestag