Berfîn Îde Demîral
Jîriko û Hevalên Xwe aniha li zarokistanan tê bikaranîn. Her çiqas dereng gihişt ber destê mamosteyan jî, ez bertekên xweş ji mamosteyan dibihîzim. Ev sala pêşîye ku tê bikaranîn û em li gorî pratîkê tecrûbeyan dinirxînin. Ev xebat her çiqas ji bo zarokên 5-6 salî hatibe amadekirin jî, di pratîkê de em dibînin ku ji bo zarokên 4 salî jî gelekî bi kêr tê.
Dema ez li kolejeke taybet diketim dersa Îngîlîzî ya zarokên pêşdibistanê (2009), min setên zimanê Îngîlîzî yên ji aliyê zanîngeh û weşanxaneyên mezin ên îngîlîzan bi kar anîn. Ew set bi rêbaza TPR hatibûn amadekirin û gelek kêfa zarokan jê ra dihatin. Zarokên 4-6 salî bi kêfxweşî û rehetî tevlî pêvajoya fêrbûn û bidestxistina zimanê Îngîlîzî dibûn. Rojekê hema weha fikreke peyda bû: Gelo xebateke bi vî rengî ji bo zimanê kurdî hebe dê çiqas bi bandor be! Ji bo zarokên pêşdibistanê hîç materyal tunebûn û hîn zarokistan jî venebûbûn. Lê min got berî ku zarokistan vebin teqez divê materyalên perwerdeya zimanê kurdî ji bo zarokên pêşdibistanê hebin û gerek em her metodên bibandor û zanistî bi kar bînin. Weha min dest bi xebatê kir. Lê pirsgirêkeke mezin hebû; ew materyalên îngîlîzî ji bo perdwerdeya zimanê biyanî bûn û naverokên wan ji bo perwerdeya zimanê dayikê gelekî sivik û qels bûn. Ji ber vê, min dest bi xebateke bi rêbazên zanistî lê ji aliyê naverokê ve têrî û tijê kir. Ji ber ku ne tenê zarok her weha malbat û derdora zarokên me jî asîmîle bûne. Zarokên kurd ji zimanê xwe yê dayikê bi her awayî bê par mane. Zarokên me di rewşeke pir zor û zehmet de ne û divê ez wek kesek, mamosteyek kurd divê bi awayekî berpirs tevbigerim û tiştekî bikim. Min xwe wek deyndareke zarokên kurd dît û bi motîvasyoneke mezin ev seta zimanê kurdî amade kir. Di destpêkê rojê 10 saetan li ser dixebitîm. Set gelekî tijê û berfireh bû, car carinan dixetimîm û min navber dida. Lê dema konsantre dibûm û li ser kûr dibûm, kar pir xweş diherikî; min fêm nedikir ku çawa dem derbas dibû.
Bi salan li ser xebitîm, min tenê nivîskariya wê nekir, wek koordînatorê wê heta ku çap bû, di her gavên wê de min cih girt. Di nirxandina pedagojîk û redaksiyonê de bi awayekî çalak û bi roleke sereke ez dîsa xebîtîm. Bi wênesaz, grafîker re gav bi gav me hemû pirtûk û kartên wê gihand ber çapê.
Lê karê herî min westand û demeke dirêj dom kir karê stûdyo bû; ez bi awayekî çalak di afirandina melodî, dengdayîn, aranjorî, revîzekirin û parvekirina wan a ser Youtubê da bi kesên pêwendidar re xebitîm. Ango ez gelekî bi xebatê re westiyam. Bi taybet,î di karê studyo de hinek hevalên me bi dilxwazî tevlî projeyê bûn. Berfîn Aktay, Şehrîban Guneş, Berçem Yildirim, Bedriye Dîkenyol û Mîzgîn Yildirim bi dengên xwe di xebatê de cih girtin. Bi taybetî, Berfîn Aktay can da dengê Jîriko û Berçem Yildirim jî bû dengê Nazdar. Ev jî şanseke mezin bû, em bi du kesên profesyonel re xebitîn. Her weha aranjoriya xebatê ji aliyê du kesan ve hate kirin. Di destpêkê de kar gelekî nîvçe û ji alîyê teknîk ve ne baş bû. Aranjor di dest ji xebatê berda û xebat sekinî. Çend sal şunde karê studyo ji aliyê Ramîn Rabiei û koma wî ve hat qedandin.
Ev xebat tam 10 salên min xwar. Sedema dirêjbûna wê piranî pirsgirêkên kurdan û malîyeta wê ya zêde bû. Her çiqas saziya ziman berê jî hinek desteka malî dabû jî, ji ber pêvajoya xendek û qeyuman xebat salên dirêj sekinî. Paşê, min bi derfetên xwe karê studyo û wêne dan qedandin. Min ji bo wan jî çend kredî ji bankayan kişand. Li vir jî bi taybetî Mîr Celadet Bedirxan û xizmeta wî ya ji bo zimanê kurdî ji min re bû motîvasyoneke mezin. Ji bo kovara Hawarê derxe, wî ji bîrê av derdixist.. wek kurdekî zana tenê li encamê nêrî û ew bi fedekariyê bi ser ket. Min jî fêmkir ku ez fedakariyê nekim dê ev xebat tu carî dernekeve. Ev fedakarî ked, dem, pere.. çi hewce bû min kir. Carinan ji xetimandinê gelekî aciz dibûm û nizanim ez çend caran li ser xebatê ji kerban giriyam.
Lê di pêvajoya çapê da hinek kesên welatperwer mil dan xebatê û hîşt ku pêvajo bi lez bimeşe. Ji van kesana yek mamoste Rêdûr Dîjle ye. Bi rastî jî, bi desteka hinek kurdên diltenik xebat qediya. Di encamê da bi destek û xwedîderketina MED-DERê xebat derket û kêfxweşiyeke mezin da min ku ev xebat aniha gihîşt xwediyên xwe, zarokên xwe.
Berhem aniha li zarokistanan tê bikaranîn. Her çiqas dereng gihişt ber destê mamosteyan jî, ez bertekên xweş ji mamosteyan dibihîzim. Ev sala pêşîye ku tê bikaranîn û em li gorî pratîkê tecrûbeyan dinirxînin. Ev xebat her çiqas ji bo zarokên 5-6 salî hatibe amadekirin jî, di pratîkê de em dibînin ku ji bo zarokên 4 salî jî gelekî bi kêr tê.
DER BARÊ SETÊ DE
Seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE bi giştî ji 21 beşan pêk tê: 10 beşên bingehîn ên ku mijarên wan bala zarokan dikişîne, 6 beşên lîstikan, 2 beşên destpêkê û 3 rojên taybet (Rojbûn, Sersal û Newroz).
Ev seta pirtûkan li ser rêbaza TPRyê hatiye avakirin û bûye du pirtûk (A û B).
BEŞ & UNÎTE
Her beşeke bingehîn ji heft waneyan pêk tê. Di van waneyan de zarok:
- Bi çîrok û axaftinên kurt re ên ku peyvên nû pê tên naskirin, dê fêrî karakteran û mijaran bibin.
- Bi çêkirin û lîstina gelek lîstik û çalakiyên curbicur (beşdarbûn, xêzkirin, boyaxkirin, hevbeşkirin û pêvekirin) re dê fêrî peyvên nû û dubarekirina peyvan bibin. Bi vî awayî zarok dê bikaribin hişzanî (kognîtîf), civakî û hestewariyên xwe bi pêş bixin.
- Dê fêrî stranên mijaran bibin û bistirên.
- Bi axaftin û kurteçîrokên ji aliyê mirovên kurd ve hatine bilêvkirin re dê guhdarî peyv û hevokên nû bikin û hînî bikaranîna zimanê kurdî bibin.
- Dê çalakiyên kesanîkirinê yên ku zimanê kurdî bi jiyana zarokan ve girêdidin û tecrûbeyan didin wan, bikin.
- Dê peyv û gotinên mijaran dubare bikin û bi kar bînin.
ARMANC- METODOLOJÎ/ RÊBAZÎ
Ev seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE, pêşî, ji bo zarokên kurd ên ku hatine pişaftin û zimanê xwe nizanin yan hindik dizanin hatiye amadekirin. Ji bo zarokên kurdî baş dizanin jî bingeha perwerdeya zimanê kurdî ava dike û zimanê wan xurt dike.
Ji bo zarok bi rêbazên xwezayî fêrî zimanê xwe bibin, seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE girîngiyê dide nêzîkatiya gerdûnî.
Armanca vê seta pirtûkan ew e ku li gorî taybetiyên zarokên pêşdibistanê di pêşveçûna venasînî/hişzanî, civakî û hestewariyên zarokan de hişyarkirinê çêbike û bingeha zimanê kurdî ava bike.
Bi fêrbûna mijaran, lîstîna lîstikan, çêkirina çalakiyan, xêzkirin û boyaxkirinê fêrî zimanê kurdî (kurmancî) dibin.
Bi lehengên ku zarok wê ji wan hez bikin re fêrbûna zimanê kurdî ji bo zarokan wê bêhtir balkêş be û cihê kêfxweşiyê be.
Bi guhdarkirina dengan (kurteçîrok/axaftin – stran) re dê fêrî bilêvkirina zimanê kurdî jî bibin. Muzîk û deng di fêrkirina ziman de pir bi bandor e.
Bi pêlîstoka Jîriko re zarok wê bêhtir bi mijarê ve giredayî bimînin û Jîriko ji bo wan wê bibe hevalekî balkeş.
Di vê rêbazê de li gorî asta zarokan, gavên curbicur ên fêrkirina zimên hatine bikaranîn. Lewra, bi van gavan, ziman û çalakî ji serî heta dawiya heyama perwerdeyê tên dubarekirin.
STRAN Û GOTINÊN RÎTMÎK
Di setê de bi giştî 39 stran hene û wek karekod di pirtûkan de hatine bichkirin. Ji bo pêşveçûna têgihiştina devkî û hilberîn, stran û gotinên rîtmîk pir giring in. Çimkî, stran û gotinên rîtmîk zarokan motîve dikin û ji bo ku atmosfereke xweş di polê de çêbibe alîkarî dikin. Tên dubarekirin û ev jî têgihiştin û ezberkirinê gelek hêsan dike. Her weha ji bo pratîka bilêvkirinê (telafûz) dibin mînakên baş.
LÎSTIK
Di setê de, di her beşê de û di beşên lîstikan ên serbixwe de hem wek çalakiyên polê hem jî wek lîstikên gelêrî lîstik hatine bicihkirin. Lîstikên seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE zarokan motîve dikin û şiyaneyên /kanînên civakî û venasînî/ hişzanî yên zarokan bi pêş dixin û ji bo pêşveçûna têgihîştina devkî û ragihanî dibin alîkar.
Piranî lîstikên TPRyê ne. TPR, ji bo zarokên di vî temenî de metoda herî girîng e û piranî tê bikaranîn e. Çimkî ev metod dihêle zarok bêyî bikaranîna zimên, têgihîştina xwe bi bersivên (bertekên) fizîkî nîşan bidin. Ev jî di polê de atmosfereke hêsan diafirîne û hemû zarok dikarin beşdarî lîstikan bibin. Ji bilî vê, ev lîstik ji bo şiyaneyên (hunerweriyên) motoriyên tevahî pêş ve biçin, dibin alîkar.
AXAFTIN û KURTEÇÎROK
Seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE bi taybetî bi kurteçîrok û axaftinên ku li dora Jîriko û hevalên wî diqewimin hatiye nivîsandin. Di setê de bi giştî 28 kurteçîrok-monolog-dîyalog wek karekod di pirtûkan de hatine bicihkirin. Axaftin – kurteçîrok ji bo pêyvên nû ji aliyê zarokan ve bên pejirandin û bên bikaranîn alîkariyê dikin û ev jî, ji bo zarok beşdarî çalakiyên vegotina kurteçîrokan bibin, wan motîve dike.
DRAMATÎZEKIRIN
Di xebatê de tê pêşniyazkirin ku bila zarok bi tevgerên xwe beşdarî stran, gotinên rîtmîk û kurteçîrokan bibin û wan dramatîze bikin. Dramatîzekirin bi awayekî kêfxweşî vegotina devkî derdixe holê. Hemû zarok bi awayekî çalak dikarin beşdarî çalakiyên dramatîzekirinê bibin û dema ku karibin bi kurdî tiştekî pêk bînin wê pir dilşad bibin.
Li dawiya her performansekê, cesaretê dide zarokên temaşavan, ji bo ku li çepikan bixin û bibêjin AFERÎN, HER HEBÎ, HER BIJÎ!
MATERYALÊN SETÊ
Ev seta ziman ji pirtûka mamosteyan, pirtûka zarokan, pirtûka çalakiyan, deng (muzîk – axaftin), kartên biwêne û pêlîstoka Jîriko pêk tê.
1. PIRTÛKA MAMOSTEYAN
Pirtûka Mamosteyan ji hemû çalakiyên di pirtûka zarokan de û gav bi gav plansaziya waneyê (deng, lîstik, kart, pêlîstok, çalakî ) pêk tê. Kîjan materyal wê kengî û çawa bê bikaranîn bi kitekit tê vegotin ku mamoste bi hêsanî waneya xwe pêk bîne û li gorî asta zarokan karibe bi serkeftî xwe bigihîne armancê. Her weha bi çalakiyên POL – MAL jî mamoste wê bikaribe malbatên zarokan jî bi mijaran ve girêbide û bi awayekî çalak wan tevlî pêvajoya fêrbûnê bike.
2. DENG-AUDIO (AXAFTIN – STRAN)
Deng wek karekod di pirtûkan de ne û li ser kanala Youtube ya JÎRIKO û HEVALÊN XWE hatine parvekirin. Ji bo her setekê muzîk û axaftin cuda cuda hatine amadekirin. Her yek ji peyvên nû, stran û kurteçîrokan (axaftinên mijaran) pêk hatiye. Axaftin bi leza xwezayî ya axaftvanên zimanê kurdî hatine tomarkirin. Stranên mijaran ên gelerî û nûjen tevlîhev hatinê bicihkirin. Awazên gelêrî, gerdûnî û nûjen (taybet) hatine bikaranîn. Di setê de bi giştî 39 stran û 28 axaftin û kurteçîrok hene. Tev rûtînan li ser kanala xwe ya taybet wek 73 deng hatine parvekirin.
3) KARTÊN PEYVAN
Seta kartan bi giştî ji 237 kartên biwêne û rengîn pêk tê. Ev kartên mijaran hem ji bo nasîna peyvên nû û hem jî ji bo dubarekirina mijaran alîkariyeke mezin dikin.
4) PÊLÎSTOKA JÎRIKO
Ji bo fêrkirina mijaran, di çalakiyan de ji bo zarokan dibe model û hevaleke/î balkêş. Wek kukla ya lehengê me yê sereke, Jîriko, di seta mamoste de ye.
5) PIRTÛKÊN ZAROKAN
Ji bo her setekê pirtûkeke zarokan û pirtûkeke çalakiyan hatine amadekirin. Li gorî mijaran çalakiyên pirtûkan ji xêzkirin, pêvekirin, boyaxkirin, hevbeşkirin û wêneyên çîrokan pêk tên.
1. Pirtûka Zarokan: Ji bo çalakiyên guhdarkirin, pêvekirin û hevbeşkirinê ye.
2. Pirtûka Çalakiyan: Ji bo çalakiyên xêzkirin û boyaxkirinê ye û ji bo xebatên POL – MAL hatiye amadekirin. Her rûpelek tê jêkirin û piştî ku çalakiyên xwe li polê çêkirin, zarok dikarin wan bibin malê û bi malbatên xwe re parve bikin û bi wan re çalakiyên xwe dubare bikin.
Li pişt her rûpelekê ji bo ku malbat tevlî çalakiyê bibin agahî (gavên çalakiyê) hene. Malbat li gorî van gavan bi zarokên xwe re çalakiyê li malê dê dubare bikin.
Seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE wek berhemeke MED-DER’ê di dawiya sala 2024’an de çapa yekem û di destpêka sala 2025’an de jî çapa duyem kiriye.
————————————————————
Kî ye Berfîn Îde Demîral?
Bi eslê xwe ji Wêranşarê ye, li gundê Sêvik ya girêdayî Wêranşarê ji dayik bûye. Ji aliyê dêya xwe ve ji çanda Qerejdaxê, ji aliyê bavê xwe ve ji çanda Derîkê ya Mêrdînê vexwariye û ji ber ku salên dirêj li Amedê jiyaye, di kaniyên girîng ên kurdî de bûye xwedî nasname û çanda kurdî ya resen. Dibistana seretayî li Serêkaniyê, ya navîn li Wêranşarê, Lîse li Stenbolê xwendiye. Lîsansa xwe li Fakûlteya Perwerdeyê ya Zaningeha Dîjleyê, di beşa Mamostetîya Zimanê Îngilîzî de kirîye. Paşê, li Zaningeha Artûklûyê ya Mêrdînê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastira bitez qedandiye. Teza xwe li ser Kovarên Zarokan ên Kurmancî û Nirxên Wan ên Perwerdeyê amade kiriye. Beşdarî gelek kursên li ser zarok û perwerdeya ziman bûye. Bi giştî 16 sal wek mamosteya zimanê Îngîlîzî li dibistanên fermî xebitiye. Demekê di kolejeke taybet de ketiye dersa Înglîzî ya zarokên pêşdibistanê. Bi vî awayî, ji pêşdibistanê heta lîseyê mamostetiya zarok û ciwanan kiriye. Ji zarokan pir hez dike û perwerdeya zimanê dayikê ji bo zarokan wek şîrê dayikê helal û girîng dibîne.