“Sazîbûna civakekê zimanê wê geş dike”

Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê “Kêsek” û “Êşefa Temenekî” Rêdûr Dîjle duhî li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze kirin û gotarek pêşkêş kir.

Dîjleyî di gotara xwe de diyar kir:

“Edebiyata kurdî dê bi çalakiyên bi vî rengî geş bibe. Bi sedan kafe û mekanên kurdan hene. Heke hemî ji aliyê xwe ve dest bi çalakiyên bi vî rengî bikin ji xwe ziman û edebiyat dê geş bibe. Tesîra çalakiyên li mekanên şexsan ji yên saziyên siyasî dikare zêdetir be. Piştevanên aliyekê siyasî diçe çalakiyên wan lê çalakiyên li cihên wek kafeyan kesên ji fikrên cida jî diçinê.”

Sazîbûna civakê

“Civakên xwe rênexistîn û sazînebûyîn edebiyata wan jî nikare bi pêş bikeve. Edebiyat û zimanekê pêşketî civakê bi pêş ve dibe. Civaka sazîbûyî û pêşketî jî edebiyatê pêş ve dibe. Herdu bi hev ve girêdayî ne. Em nikarin behsa sazîbûna civaka kurdan bikin. Ew jî rêyê li geşbûn û pêşketina zimanî digire.”

Rêdûr Dîjle

Rojnameger û nivîskar e. Ji Mêrdînê ye. Sala 1987ê hatiye dinê. Yekem kitêba wî, “Êşefa Temenekî”  sala 2012ê ji Weşanxaneya Ronahiyê derketiye. Kitêba Kêsek ji weşanxaneya Lîsê û kitêba wî wergerandî Seher ji Aramê derketiye. Li Diyarbekirê dijî.

Rêdûr Dîjleyî kitêba “Seher”ê ya sîyasetmedarê girtî, Selahattîn Demîrtaşî ji zimanê tirkî wergerandibû zimanê kurdî. Dîjle herweha yek ji nivîskarên malpera Kurdîgehê ye.

Çavkanî: Bianet.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …