Şahîya zimanê kurdî li Cenevê hat lidarxistin

Fatma Şik

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê li Cenevê pîrozbahîyeke ji bo zimanê kurdî li dar xist.

Di bernameyê de sînewîzyon, panel û performansên hunerê hatin pêşkêşkirin.

Şagirtên asta yekemîn di heman bernameyê de belgeyên xwe girtin.

Bajarê Cenevê ya li Swîsreyê ji pîrozbahîyeke Cejna Zimanê Kurdî re malovanîyê kir.

Mijarên sereke yên bernameyê ziman û nasname li dîasporayê û li Rojava û Rojhilatê Kurdîstanê rewşa ziman bû.

Bername bi sirûda neteweyî Ey Reqîb û sînevîzyoneke li ser xebatên Enstîtuya Kurdî ya Swîsre dest pê kir.

Piştî belgedayîna şagirtên asta yekemîn paneleke di moderatoriya Fatma Şik de dest pê kir.

Di panele de Fehmî Kakeyî mijarên “Li Swêdê pergala perwerdehiya zimanê kurdî”, Giawdet Sofî  “Li dîaspora zimanê dayikê û têkilîya wî bi nasnemeyê re”, Biradostê Mîtanî 1Li Rojavayê Kurdistanê beriya û piştî şoreşê ziman û perwerdeya kurdî” û Baban Aliassi “Li Rojhilatê Kurdistanê rewşa zimanê kurdî” pêşkêş kirin.

Fehmî Kakeyî di pêşkêşîya de li ser derfet û tevlîbûna kurdan perwerdeya kurdî a li Swêdê agahîyan da.

Hat diyarkirin ku sedî pêncî zarokên kurd tev li perwerdeya zimanê kurdî dibin. Kakeyî got, li dîasporayê ji her zaravayên cuda yên kurdî carinan astengî derdikevin.

Beşdarên panela bernameya li Cenevê

Kakeyî da zanîn, dema dê û bavan zaravayên cuda biaxivin zarok di tercîha perwerdeya di zaravayekî de zehmetî dibîne.

Kakeyî got, zarokê divê zimanê xwe fêr bibe divê zêdetir li dibistanê bimîne û ev jî dijwarîyeke din a li hemberê perwerdeya kurdî ye.

Dîsa di nirxandinên li ser nasname û ziman de jî hat gotin, ji bo miletekî şertê yekemîn li jiyanê bidomîne, duyemîn ewlehî ye û sêyemîn jî naskirina netew û nasnameyê ye. û civata xwe ye ku pê re ziman pêşdikeve û parastina wî girîng dibe.

Di nirxandinên li ser dîaspora û nasnameyê de ev nêrîn derket pêş:

Em wekî gelê kurd, her tim bi rîsk û xetereyê heyatî re rû bi rû ne û loma jî nasnameya me û zimanê me zirar dibîne. Xwe parastin bi ewlehiyê û bi ziman berdewam dike û nasnameya me ava dike. Bi vê re jî em dikarin takekesiya xwe avabikin.

Herdu panelîstên din jî li ser rewşa zimanê kurdî ya li Rojhilat û Rojava zanyarîyan pêşkêş kirin.

Bi dûv panelê re şanoger Kemal Ulusoy li ser wateya rojê stand-upekê pêşkêş kir.

Şahi bi performansên muzîkê yên Koma Medya û Stranbêj Soran berdewam kir.

Foto: Dîmena wergirtina belgeyên kursên kurdî yên ji alîyê şagirtên asta yekemîn. 

SEKO-Kurdistan ji UNESCOyê re name şand

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …