Lêkolîn Giniyê nîşan dide, tevlî Başûrê Afrîkayê welatên Afrîkayê û Amerîkaya Latîn di lîsteya newekhevîtîya aborîyê de li pêş in.
Slovakya bi rêjeya 24.3 ji % welatê herî kêm xwedî dahata newekhev e.
Başûrê Afrîkayê di warê newekhevîtîya dahatê de li cîhanê yekemîn e.
Ev rastî bi lêkolîna li ser nifûsa cîhanê derket holê ku wekî “gini” tê pênasekirin.
Lêkolîn nîşan dide, tevlî Başûrê Afrîkayê welatên Afrîkayê û Amerîkaya Latîn di lîsteya newekhevîtîya aborîyê de li pêş in.
Rêjeya newekhevîtîyê li Afrîkaya Başûr 63 ji %, li Namîbyayê 59.1 ji % û Kolombîyayê 53.8 ji % ye.
Li Başûrê Afrîkayê, 10 ji % nifûsê xwedî 71 ji % hemû dahata welêt in.
60 ji % koma herî xizan a vî welatî bi tenê xwedî 7 ji % dahata welêt e.
Alîyê herî janbar jî ev e ku nîvê nifûsa welêt di nava xizanîyê de dijîn.
Ji lêkolînê bi zelalî fam dibe, welatê rojhilat û bakurê Ewrûpayê di vê meseleya dahatê de di rewşeke baş de ne.
Slovakya yekemîn e
Slovakya bi rêjeya 24.3 ji % welatê herî kêm xwedî dahata newekhev e.
Slovenya û Belarûs du welatên din ên li rojhilatê Ewrûpayê ne ku di rêza duyemîn û sêyemîn de cî digirin.
Di nava welatên halxweş ên Ewrûpayê de bi tenê Holanda û Îsland di nava 10 welatan de cî digirin ku xwedî rêjeya newekhevîtîya dahatê kêm e.
Lêkolîna Giniyê
Lêkolîna Giniyê ku wekî “indeksa Giniyê” jî tê pênasekirin her sal tê weşandin.
Lêkolîn rewşa edaleta wekhevîyîya dahatê ji bo hemû weatên cîhanê nîşan dide.
Ligel lîsteya hemû welat tê cî digirin, li ser mijarê nexşeyekê jî tê weşandin.
Infowelat
———————————————–
Foto: Nexşeya newekhevîtîya dahatê ya welatên cîhanê