Gelo Moskow plan dike Talîbanê venase?

Moskow piştî fûara di hezîranê de, careke din deriyên xwe ji reîjma Talîbanê re vekir

Kremlîn bi van hewdanan dixwaze vî welatî ji aliyê aborî û siyasî ve têxe bin kontrola xwe

Nûnerên Talîbanê ku heta niha ji aliyê tu welatî ve nehatine qebûlkirin, li Rûsyayê hevdîtinan pêk tînin.

Delegasyoneke Talîbanê bi ajandaya pêşxistina têkiliyên aboriyê duh gihîşt Moskowê.

Endamên Talîbanê li Odeya Bazirganiyê ya Rûsyayê bi hemkarên xwe yên Rûs re hevdîtinan pêk anîn.

Hate ragihandin, di rojeva van hevdîtinan de bazirganiya petrol û gaza rûs ciyekî sereke digire.

Lêbelê texmîn ev in, bingeha têkiliyên bi riya bazirganiyê tên germkirin, hîn bêtir berfireh e.

Tê ragihandin, Rûsya piştî têkçûna Amerîkayê ya li Afganistanê, ji bo venasîna rejîma Talîbanê xwe amade dike.

Kurtedemek berê sefîrê Rûsyayê yê Kabîlê jî derbarê vê mijarê de axivîbû û îhtimala venasînê qebûl kiribû.

Çi gotibû Peskov?

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov berî çendeyekê li ser vê meseleyê gotibû, planeke Rûsyayê ya ji bo venasîna hukumeta Talîbanê tune ye.

Delegasyona Talîbanê li Moskowê ji bo pêşxistina bazirganiyê hevdîtinan kir.

Lêbelê di 3 mehên dawî de serdana du heyetên Talîbanê ya Moskowê û agahiyên ji kûlîsên dîplomasiyê tên bidestxistin şik dibin ser gotinên Peskov.

Wisa xuya dike, Kremlîn li paş deriyan gelek senaryoyên derbarê Afganistanê de nîqaş dike.

Texmîna herî xurt e ev e; Rûsya wê dawiya dawî hukumeta Talîbanê nasbike û bi riya kontrola aborî û siyasî ya vî welatî, ew ê Afganistanê bikişîne ser xeta xwe ya li dijî Amerîka û Ewrûpayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …