Artêşa Îsraîlê ket başûrê Libnanê

Îsraîl piştî kuştina lîderê Hîzbulahê Hesen Nasrallah, vê carê jî artêşa xwe şand Libnanê.

Tê ragihandin, Îsraîl wê hewl bide Hîzbulah hêzên xwe ji sînor vekişîne bakurê Çemê Lîtanî

Alozîya li Rojhilata Navîn bi êrişên dawî yên Îsraîlê bilind dibe.

Îsraîl piştî kuştina lîderê Hîzbulahê Hesen Nasrallah, vê carê jî artêşa xwe şand Libnanê.

Îsraîl ragihand, armanca operasyona dawî bidawîkirina hebûna Hîzbulahê ya li başûrê Libnanê ye.

Ji vê daxuyaniyê dîyar dibe, êrîşa dawî operasyoneke bisînorkirîye.

Tê ragihandin, Îsraîl wê hewl bide Hîzbulah hêzên xwe ji sînor vekişîne bakurê Çemê Lîtanî.

Çemê Lîtanî 29 km dûrî sînorên Îsraîl-Libnanê ye.

Sînorên Îsraîl-Hîzbulahê û warfegên li başûrê Çemê Lîtanî/Wikipedia

Bi peymana 2006an Hîzbulah qebûl kiribû vekişe bakurê çem.

Îsraîlê di hefteyên dawî de gelek êrişan biribû ser Hîzbulahê.

Di êrişan de Hesen Nasrallah jî tê de gelek fermandar, sîyasetmedar û bi sedan endamên Hîzbulahê hatibûn kuştin.

Di encama êrişên Îsraïlê de heta niha ji 1200î zêdetir libnanî hatin kuştin.

120 hezar libnanî û 80 hezar îsraîlî ji ber êrişên Îsraîl û Hîzbulahê terka wargehên nêzîkî sînor kirin.

Pisporên leşkerî radigihînin êrişên dawî zirareke mezin daye Hîzbulahê û prestîja wê ya li herêmê daxistiye asteke nizm.

Encamên êrîşên dawî ji alîyê vê derdorê ve wekî guherîna balansa hêzê ya li Rojhilata Navîn tê qebûlkirin.

Hin analîst jî di wê bawerîyê de ne, serfirazîyên Îsraîlê taktîkî ne û ji niha ve ne dîyare ka wê ji bo ewlekarîya Îsraîlë kêrhatî be an na.

————————————-

Foto: Wezîrê Parastinê yê Îsraîlë Yoav Gallant û komeke leşkerên îsraîlî/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …